Piştî êrîşa li Tehranê, li cihê Îsmaîl Heniyye, Yehya Sinwahar wek serokê Hamasê hat hilbijartin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser hesabê Telegramê yê Hamasa ku Xezeya Filistînê birêve dibe de weha hatiye gotin, "Hamas radigihîne ku li cihê rêberê şehîd Îsmaîl Heniyye, fermandar Yahya Sinwar wek serokê buroya siyasî yê tevgerê hilbijart."
Îsraîl wek berpirsê operasyona Tofana El-Eqsayê ya 7ê Cotmehê Sinwar, serokê nû yê Hamasê dibîne.