Li Îranê ji ber xirabûna rewşa aborî û daketina asta standartên jiyanê xwepêşandanên dest pê kiribûn. Li gor agahiyên ku ji herêmê tên gelê ku li dijî rejîma Îranê li kolanan e tevî hemû zextan jî li ber xwe dide. Hat zanîn ku xwepêşandaran li Awdanan û Melîkşahê kontrola giştî ya bajar girtine dest.
Êrîşên ku ji 28ê Kanûnê de li Tahranê destpêkirin di rojên ku derbas bûn de li hemû bajarên Îran û rojhilatê belav bûne. Heta niha ji hezarî zêdetir kes hatine desteserkirin û bi dehan kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.
Li gor agahiyên ku ji herêmê tên gelê ku li dijî rejîma Îranê li kolanan e tevî hemû zextan jî li ber xwe dide. Hat zanîn ku xwepêşandaran li Awdanan û Melekşahê kontrola giştî ya bajar girtine dest.
Herwiha çavkaniyên ji heremê dibên ku hêzên rejîmê li Awdanan êrîşê gel kirine, bi dehan birîndar hene ku birînên gelek kesan giran in.
Rejîmê ragihand ku polîsek wan jî li Melekşahê hatiye kuştin.

HRANA: Li Îranê hejmara qurbaniyên xwepêşandanan gihîştiye 29 kesan
Polîs teslîm bûn bi gel re dirûşm berz dikin
Polîsên rejîmê dema ku gelê Awdananê dîtin, neçar man ku teslîm bibin û tevlî xwepêşanderan bûn.
Di berdewamiya serhildana gel a li Awdananê de, şoreşgerên bajêr ala Wezareta Îstîxbaratê çirandin, hêrs û nefreta xwe ya li hember saziyên zordar ên rejîmê nîşan dan.
Qesra bajarê Kirmaşanê hat şewitandin
Qesra bajarê Kirmaşanê ji hêla gel ve hat şewitandin. Hat ragihandin ku li bajêr pevçûnên tund diqewimin. Li bajêr baregeheke rejîmê hat gulebarankirin.
Xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê bênavber didomin. Hat hînbûn ku qesra bajarê Kirmaşanê û gelek saziyên dewletê yên li bajêr hatine şewitandin. Hêzên rejîmê yên ku li bajêr bi cih bûne û hewl didin xwepêşandana gel asteng bikin, lê gel li kolanan berxwedana xwe didomîne.
Her wiha li bajarê Îlamê ku bûye yek ji navendên xwepêşandanan, gel bi keviran bersiv da hêzên rejîmê. Serhildana gel li Kirmaşanê heta saetên dereng ên şevê berdewam dike. Li Kirmaşanê baregeheke rejîmê hat gulebarankirin. Li navçeyên Tehranpars û Xak-e Sefîd ên Tehranê, gel kolanan tijî dike.

Xwepêşandanên li Îranê
Li Îranê ji ber xirabûna rewşa aborî û daketina asta standartên jiyanê xwepêşandanên dest pê kiribûn.
Di Yekşema 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an de di dîrokê de cara yekem ewqas zêde nirxê pereyê neteweyî riyal daket xwarê û enflasyon di Kanûnê Pêşîn de ji sedî 40 derbas bû û bû sedema zêdebûna bihayên xurakê. Ev jî bû sedema nerazîbûnan. Xwepêşandanan li Tehranê dest pê kir û li hemû Îranê belav bû.
Xwepêşandan li bajarên wekî Kirmaşan, Loristan, Îlam, Çarmehal û Bextyarî, Qûm, Xûzistan, Fars, Îsfehan, Hemedan û Meşhedê belav bûn û heta niha li hinek bajaran alozî derketiye.
Piştî destpêkirina nerazîbûnan, Serokê Banka Navendî ya Îranê dest ji kar berda û Ebdulnasir Himetî bû Serokê nû yê Banka Navendî ya Îranê.
(AY)
