Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Mafên Mirovan a Iranê(IHR) ku navenda wê li Norwêçê ye aşkere kiriye ku di xwepêşandanên ku didomin de hejmara miriyan derketiye 304an.
Saziyê bi parvekirina daneyên herî dawî yên ji 33 eyaletên jê 22an, ragihandiye ku di xwepêşandanên ku piştî kuştina Jîna Mahsa Emînîyê destpê kiriye, mirin herî zêde li eyaletên Sîstan-Belûçistan, Mazenderan, Tehran, Kurdistan û Gîlanê pêk hatiye.
Li gorî vê yekê, di xwepêşandanên de hêzên ewlekariyê li Sîstan-Belûçistanê 118, li Mazenderanê 33, li Tehranê 30, li Kurdistanê 26, li Gîlanê 22, li Azerbaycana Rojava 21, li Kirmaşan 13, li Elborzê 9, li Xorasana Rezewî, Îsfehan û Zencanê her yek çar, li Lorîstan, Merkezî, Kazwîn, Kohgiluye-Buyer Ehmed, Azerbaycana Rojhilat, Erdebîl, Îlam, Xuzistan û Hemedan, her yek 2, li Bûşehr û Simnanê 1 kes kuştiye. Di xwepêşanan de hejmera miriyan derketiya 304an.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji xwepêşandarên ku mirine 41 jê temenê wan di bin 18 salî de ne, her weha jê 24 jin û 280 jî mêr in.
Ji aliyê din ve di nûçeya Ajansa Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê (HRANA) de hatiye ragihandin ku di xwepêşandanên piştî mirina Jîna Mahsa Emînîyê de heta niha 38 hêzên ewlekariyê mirine.
"Polîsên exlaqparêz" di 13ê Îlonê de Jîna Mahsa Amînî desteser kiribû. Li qereqolê ji ber kiryarên xirab, tenduristiya Jîna Mahsa Amîniyê nebaş bûbû. Amînî di 16ê Îlonê de miribû. Piştî mirina wê li 17ê Ilonê û pê ve li seranserê Îranê, xwenîşandan dewam dikin.
(SD/AY)