Xwepêşandanên ku ji 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ve li seranserî Îran û Rojhilatê ji ber qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî destpêkirine, di roja 16em de berdewam dikin.
Li gorî rapora ku Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) weşandiye di xwepêşandanan de 646 kes mirin e. Her weha li 187 cihan 606 xwepêşandan pêk hatine.
HRANAyê ragihandiye ku ji 646 kesan jê 9 zarok, 133 endamên ewlehiyê û yên din jî xelkê sivîl in. Her wiha hat ragihandin ku 10 hezar û 721 xwenîşander hatine desteserkirin
Li gorî raporê kuştina 579 kesên din jî di bin nirxandinê de ne û hîn nehatine piştrastkirin.
Tehran
Şeva borî li Tehranê xwepêşandaneke mezin a nerazîbûnê hat lidarxistin. Li gorî dîmenên ku li ser medyaya dijîtal hatine belavkirin, xelkê nerazî li nêzîkî Parka Danişcûyê ya Tehranê kom bû û dirûşmên li dijî desthilatê berz kirin.
Her wiha li Goristana Beheşt Zehrayê jî di dema veşartina termê qurbaniyekî xwenîşandanan de, gelek kom bûn û dirûşm berz kirin. Li bajarên din, ji ber qutbûna înternetê agahî kêm tên lê dîmenên şewitandina otomobîlên hêzên ewlehiyê hene.
Gel 112 saet in bê înternet in
Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir ku 112 saet derbas bûne û li ti derên Îranê înternet nîne, loma şopandina rapor û zanyariyan gelekî zehmet bûye.
Ji aliyê din ve, Rêxistina Radyo û Televîzyona Îranê ku yekane medyaya çalak a li welêt e, daxwaza xwînê dike. Li gorî medyaya fermî, Rêxistina Veguhastina Xwînê ji xelkê xwestiye ku biçin nexweşxaneyan û xwînê bidin. Ev daxwaza lezgîn a Sêda Sîmaya Îranê, gumana wê yekê xurt dike ku ji ber tundiya zêde ya di xwenîşandanan de hejmara birîndaran zêde ye û nexweşxane rastî kêmiya xwînê hatine.
(AY)
*Çavkanî: Rudaw, HRANA
