Xwepêşandanên ku ji 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ve li seranserî Îran û Rojhilatê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî destpêkirine, berdewam dikin.
Tevî ku rejîma Îranê bi tûndkariyeke mezin midaxeleyî xwepêşandanan dike jî, her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.
Li gor dîmenên ku li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, di roja 12emîn a xwepêşandanan de jî hêzên rejîmê bi şêwazek tûnd êrişî ser xwepêşandanan dike. Kesên ku di xwepêşandanan de birîndar dibin, ji tirsa ku ewê li nexweşxaneyan werin binçavkirin, nikarin serî li nexweşxaneyan bidin.

Xwepêşandanên li Îranê: Gel kontrola bajarê Awdanan û Melekşahê bi dest xist
Çalakî li 348 navendan didome
Xwepêşandanên gelên Îranê li 348 herêm, 111 bajarok û 31 bajarên Rojhilatê û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh ji bo piştgiriyê tevlî xwepêşandan bûne.
Li gor agahiyan li hin bajarên Rojhilatê û Îranê, gelek ji hêzên ewlehiyê û Supayê Pasdaran ji bajar hatine derxistin, dikan û cihên giştî girtîne.
34 xwepêşander hatine kuştin
Li aliyê din li gor amarên Rêxistina Mafên Mirov ya HRANAyê, di 12 rojên xwepêşandanê de 2 hezar û 217 kes hatine desteserkirin, herî kêm 34 xwepêşander hatine qetilkirin, 5 ji wan zarokin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne.
Hêzên rejîma Îranê bi darê zarê bêy amadebûna parêzeran, îfadeyên xwepêşanderên hatine desteserkirin digrin û li ser medyaya fermî ya Îranê di weşînin.
Xwepêşandanên li Îranê
Li Îranê ji ber xirabûna rewşa aborî û daketina asta standartên jiyanê xwepêşandanên dest pê kiribûn.
Di Yekşema 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an de di dîrokê de cara yekem ewqas zêde nirxê pereyê neteweyî riyal daket xwarê û enflasyon di Kanûnê Pêşîn de ji sedî 40 derbas bû û bû sedema zêdebûna bihayên xurakê. Ev jî bû sedema nerazîbûnan. Xwepêşandanan li Tehranê dest pê kir û li hemû Îranê belav bû.
Xwepêşandan li bajarên wekî Kirmaşan, Loristan, Îlam, Çarmehal û Bextyarî, Qûm, Xûzistan, Fars, Îsfehan, Hemedan û Meşhedê belav bûn û heta niha li hinek bajaran alozî derketiye.
Piştî destpêkirina nerazîbûnan, Serokê Banka Navendî ya Îranê dest ji kar berda û Ebdulnasir Himetî bû Serokê nû yê Banka Navendî ya Îranê.
(AY)

