Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hasan Tatli yek ji endamên Partiya Komarî ya Gelî(CHP) ye ku beşdarî “Meşa Edaletê” bûbû. Di meşê ew ket krîza dilî û mir.
Tatli duhî siet 10:30ê ketiye krîzê. Ew bi Ambûlansan ji bo nexweşxaneyeka Enqereyê hat birin. Îro Hasan Tatli li nexweşxaneyê mir.
BIXWÎNE: Kiliçdaroglû: Her kes dê hewceyî edaletê bibin
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîranê de Dadgeha Stenbolê biryara girtina parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglûyî da.
Berberoglû ji ber nivîsîna nûçeya li ser TIRên MIT(Rêxistina Îstixbarata Neteweyî) hatibû sûcdarkirin. Dema MITê tejî TIRekê çekên giran ji bo Sûriyeyê dibir rêya TIRê hatibû girtin û rojnameya Cumhuriyetê li ser bûyerê nûçeyek çêkiribû.
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglû û desteya digel wî di 15ê Hezîranê de ji Parka Gûvenê ya Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest bi meşê kir. Meşa wî dê 23 rojan dom bike û armanca wî ew e ku heta Girtîgeha Maltepeyê bimeşe. Kiliçdaroglûyî meşa xwe wek “Meşa Edaletê” bi nav kir.
Parlamentê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Enîs Berberoglû di Girtîgeha Maltepeyê de dimîne.(TP/EKN/MB)