Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şîlan Delîbalta û Anil Akyuzê ku di dema xwenîşandanên protestoyî de li Kadikoyê polîsan ew desteser kiribûn, di derengê şevê de hatine girtin. Heyeta dadgehê cezayê zindanîkirina li malê daye 2 kesan, her weha biryara qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê daye 6 kesan.
Piştî Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Prof. Dr. Melih Bulu ji bo Zanîngeha Bogaziçiyê weke rektor tayîn kiribû, xwenîşandan dest pê kiribûn. Ji kesên ku li Kadikoyê polîsan ew desteser kiribûn, 82 kes roja çarşemê serbest bûbûn. Dozgeriyê dema desteserkirinê ya 23 kesan zêde kiribû û ew 23 kes duh (4ê Sibatê) piştî li Midûriyeta Emnietê îfadeyên wan hatine wergirtin birine Edliyeya Anadoluyê ya li Kartalê û derketine pêşberî dozgerî.
Dozgerî daxwaz kiriye ku 10 kes werin girtin û 13 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hiştiye.
Dadgehê jî ji 13 kesan biryar ji bo 11 kesan daye ku li malan werin zindanîkirin. Ji bo du kesan jî biryara qedexeya derketina derveyî Tirkiyeê daye.
Heyeta dadgehê ji 10 kesên ku dozgerî daxwaza girtina wan kiriye, biryara girtina Şîlan Delîbalta û anil Akyuzî daye. Biryar daye ku 3 kes li malên xwe werin zindanîkirin û ji bo 5 kesan jî biryara qedexeya derketina derve daye.
2 xwendekarên din girtibûn
Di dema xwenîşandanên li dijî biryara tayînkirina rektorê Zanîngeha Bogaziçiyê de, li Kampusa Başûrî pêşangehek hatibû vekirin. Ji ber ku di vê pêşangehê de ala LGBTI+yan û fotografê Kabeyê li ber hev danîne bi tohmeta ku “kîndarî û dijminahiyê di navbera gelî de belav dikin û gelî biçûk dixin” heyeta dadgehekê di 30ê Kanûna Paşiyê de biryara girtinê ji bo 2 xwendekaran dabû. (EKN/FD)