Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mazhar peşî li ser çokê xwe rûdine û guh dide dengê pirtûkê. Pişt re kêfa wî dihêt rûye xwe datîne li ser balgehekê û piyên xwe hildidê ezmanan.
Ege, pirtûka “Tu li kû yî Rovîyê Biçûk?” dixwîne. Zarok peşîyê li bergan dinerin. Mazhar bêsebr e, hema dixwazê rûpelan vekê lê Ege bala wî dikşîne cihekê din...
Paşî derbasî pirtûka “Xewna Tovê” dibin. Ege dipirse: “Hun dizanin tov çi ye?” Zarokek di dibersîvîne: “tovê çîçekan…” Zarokek din tiştekî meraq dike û dipirse: “Baş e, morî çi dikin di vî wenêyî de?”
Studîo X Stenbol her heftî rojê pencşemê saet 11an ji bo zarokan xwendin û sihbetên li ser pirtûkan pêk tîne. Proje heta dawîya Hezîranê didome û beşdarî bêpere ye.
Moderatorê xwendine Ege Sevinçli dibêje: “Gava li vir bim ez kêfê ji wan digrim. Nêrînên wan yên ecêb hene. Li ser dinyaya rasteqîn û xeyalên wan hene. Ji bo vê yeke ez ji wan re dibêjim “heval”.
Xwendin Li ser mijarên cuda dibin; bajar, mimarî, dîzayn û hwd…
Her heftî saetek û nîv...
Sevinçli dibêje: “Hinek pirtûk ji ber naveroka wan carna ji bo zarokên ji 5 saliyê biçûktir zehmet dibe û nayê famkirin.”
“Ji ber vê yeke gava ez dixwînim ez jî tiştnan lê zêde dikim. Roja herî pirr em 5 kes bûn. Ev jî ji bo me hejmarek têr û tijî ye.”
“Heta niha beşdarên me ji 11 mehî heta 5 salî bûn. Lê ya bi rastî ji bo bebekek 11 mehî hûn dikarin encax 15 deqîqe balê bikşînin. Dê û bav gelek caran li cem zarokên xwe disekinin. Carna hevalên me yên xebatkar jî li pey zarokan bazdidin.
Pêşveçûna zimên û Mejîyî
Profesorê li ser xebatên zarokên 0-3 salî Barry Zuckerman her tim dibêje xwendina pirtûkan ji bo zarokan pirr giring e. Xwendina bi deng û înteraktîf gelek feyde dide:
Pêşxistina xeyalan
Qewetbûna zimên
Bikêrîbûna xwendin û guhdarkirine
Motîvasyona hezkirine pirtûkan
Zêdebûna balkişandine
Pêşxistina mejî
(AO/LA/MB)
*Lezgîn Akanî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.