Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Civînên ji bo hevgiriya bi Asli Erdogan re cara sêyemîn wê di 22ê Cotmeha 2016an roja Şemiyê li li Stenbol Kadikoyê li Cafe/Pirtûkxaneya Akademiyê di navbera saetên 18:00-20:00an de were lidarxistin. Mêvan û axavtînerê civîna sêyemîn Turker Ayyildiz e.
Ayyildiz wê derbarê pirtûka Asli Erdogan ya ‘Kirmizi Pelerinli Kent’ de biaxive.
Asli Erdogan ji ber endama Lijneya Şêwirgeha Ozgur Gundemê bû di 19ê Tebaxê de hatibû girtin. Xwendekarên wê jî ji bo hevgiriya bi wê re li Stenbol Kadikoyê li Cafe/Pirtûkxaneya Akademiyê dest bi civînan kirin.
Civîna yekem di 8ê Cotmehê de hat lidarxistin û mêvanê wê civînê nivîskar Fuat Sevimay bû. Civîna duyem jî di 15ê Cotmehê de hatibû lidarxistin û Belma Firat derbarê pirtûka Asli Erdogan ya “Bînayê Kevir û Yên Din” de axivî.
(HK/YO)
Ji bo têkilî: [email protected]
Navnişan: Caferağa Mahallesi, Sakız Sokak, No 12, Kadıköy, İstanbul. Telefon: 0 (216) 700 19 71