Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Xwendekarê beşa dadnasiyê, Alî Gûlî vîdeoyek li ser “Na çi ye?” çêkir û li ser hesabên medyaya civakî belav kir. Dadgehê ji ber vîdeoyê biryara girtina wî da.
Li gor nûçeya Kemal Goktaşî ya li rojnameya Cumhuriyetê Alî Gûlî gotiye ew hesabê ji ber wê daxwaza girtina wî tê kirin ne hesabê wî ye.
Hêza Sûcên Sîber ya Polîsan di rapora xwe de eşkere kiriye ku ew hesab yê Alî Gulî ye. Dadgeha Stenbolê biryara girtina wî da.
Piştî Gulî vîdeoya “Na çi ye?” belav kir, parêzerên Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar doz li wî vekir.
Alî Gulî di vîdeoyê de gotibû “heke ev vîdeo baş belav bibe, em ê bêne girtin.” (CK/YY/MB)