Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ji bo Emîrhan Baysalê ku li ser fanîlê wî Hero(qehreman, leheng) nivîsîbû biryara beraetkirinê daye.
Baysalî diyar kiriye ku ew yek ji xwendekarên Zanîngeha Erzirûmê ye. Wî ji Erdirûmê ji firoşgeheka mezin ew tîşot/fanîle kiriye.
Hero bi zimanê ingilîzî ye û tê wateya “qehreman”ê. Bersucekê bi navê Gokhan Guçlu bi wê yekê tê sûcdarkirin ku wî hewil daye sûîkastê li serokkomarê Recep Tayyip Erdogan bike. Herweha hat eşkerekirin ku Guçlu yek ji endamên FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethullahgir) ye. Dema Guçlu hatî dadkirin wî fanîleyekê ku li ser “hero” nivîsî li xwe kiribû.
Ew kesên ew tîşort li xwe kirîn wek piştgirên wî hatin hesibandin û hatin desteserkirin.
Di 24ê tîrmeha 2017ê de li 19 bajaran 33 kesên ew tîşort li xwe kirîn hatine desteserkirin. Du kes hatine girtin.
(HK/MB)