Fotograf: Evrensel
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Dersimê, xebatên lêgerîna Gulistan Doku (21), xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Mûnzûrê ji 5ê Kanûna Paşiyê ve dewam dike. Bi hezaran xwendekarên keç û xurt ên Saziya Kredî û Şevîniyan a Hindekariya Bilind û Şevîniya Keçan a Ehlîbeytê, meşe protestoyê li dar xistine.
Li gorî nuçeya Ajansa Mezopotamyayê xwendekaran ji ber ku heta neha Doku nehatiye dîtin, rayedar şermezar kirine. Xwendekarên ku tevlî çalakiyê bûne, ronahiya telefonên xwe pê xistine û diruşmeyên “Bêdeng nemîne her ku tu bêdeng bimînî wê dor were te jî”, “Jin Jiyan Azadî”, “Gulistan Doku li ku derê ye" û "Dêrsim ranezê, xwedî Gulistanê derkeve” berz kirine.
Çalakiya xwendekaran nêzî 3 saetan dewam kiriye.
Midûra Şevîniyê: “Ma hûn mirov in?”
Midura Şevînaya Xwendekarên Keçan a Ehlîbeytê, hewl daye ku xwendekarên çalakî li dar xistine asteng bike. Lê xwendekaran çalakiya xwe dewam kirine. Midurê li ser vê yekê ji xwendekaran re gotiye: "Gelo hûn li vê derê çima çalakiyê li dar dixin. Ma wê çi bikeve destê we."
Midura ku bertek nîşanî xwendekaran daye wiha got: "Ma hûn jî mirovin." (EMK/FD)