Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekîtîya Borsa û Odeyên Tirkiyeyê (TOBB) û Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî (MEB) hevpeymanek îmze kiriye.
Li gor hevpeymanê lîseyên pîşeyan yên li 81 bajaran dê ji MEB ji bo TOBByê bê dewirkirin.
TOBB dê bi piştgiriya zanîngehan li wan lîseyan atolyeyan pêk bîne.
Ji bo xwendekarên zîrek bûrs dê bê dayin. Dersên lîseyan dê li gor daxwazên sektora taybet bê çêkirin.
Rifat Hisarcikogluyê serokê TOBByê diyar kiriye ku ew ê ji bo xwendekaran derfetên karkirin û stajê çêbikin.
Wî got rola sektora taybet jî dê di perwerdeyê de hebe. Ziya Selçuk, wezîrê Perwerdehiya Neteweyî, diyar kiriye ji bo armancên ji bo sala 2023yê erkên wan hene û ew bi vê yekê erkên xwe pêk tîne.
Karkeriya erzan
Seroka Sendîkaya Perwerdeyê(Egitim-Sen) Feray Aytekîn Aydoganê da zanîn ku protokola TOBB û Wezareta Perwerdeyê ya Netewî re îmze kirî, rê li wê yekê vedike ku zarok ji 13 saliya xwe ve bibin beşek ji "karkerîya erzan."
"Nemaze li wan lîseyên ku li navendên pîşesaziyê ne rê ji bo şertên koletiyê li xwendekaran vedibe.
“Ev binpêkirina mafê perwerdeyê û mafên zarokan e. Herweha hem xwendekarên me wek karkerên ked-erzan têne dîtin, hem bi navê 'teşwîqê' bacên me û çavkaniyên civakê dê ji bo sermayedaran bê dayin."
(AO/MB)