Ji bo nûçeya Tirkî
Piştî Liseya Stenbolê, Lîseya Galatasarayê, Lîseya Cogalogluyê, Lîseya Bornovayê niha jî xwendekarên lîseya Wefayê danezaneke belavkirin.
Xwendekarên Lîseya Wefayê di wê danezanê de hacîrkirinên ku di bin navê ‘dibistana projeyê’ de pêk tînin rexne kirin û ragihandin ku dê li hemberî wê yekê bêdeng nemînin.
Di wê danezana xwendekarên Lîseya Wefayê de wiha gotin:
‘Dixwazin pirrengîbûnê tine bikin’
*Lîseya Wefayê gelek fikr û ferasetên ji hev cuda dikare di nav xwe de bihewîne. Lêbelê ji hêla alîyekê ve tê xwestin ku ew pirrenbûna li lîseyê were tinekirin.
*Li hemberî hin dibistanên xwedî nirx û dîrokî ku ya me jî tê ye rastî gelek zext û zordariyan tên. Em li hemberî wan zextan bi ti awayî sekna xwe naguherînin û ev yek jî li ser me wezîfe ye.
Sedemên belavkirina danezanê
*Çalakiyên ku bi navê lîseya me tê nasîn, bi awayekî kêfî hewl didin ku asteng bikin. Çalakiyên ku 14 sal in tên lidarxistin, bi bahaneyên ji dûrê aqilan ji hêla mudirê me ve hatin astengkirin.
*Ji hêla hin kesan/saziyan ve ji bo fikrên wan aliyan eeempozeyê xwendekaran were kirin gelek konferans hatine lidarxistin, ya ku pêk tînin bi ti awayî bi perwerdehiyê re eleqedar nîne. Mudirê dibistanê piştgiriyê dide wan alî û çalakiyên wan, herwiha hemû xwendekaran neçar dihêle ku beşdarî wan çalakiyan bibin.
*Em weke xwedekarên Vefayê li hemberî hêmû zext, zordarî û gefxwarinan di çarçoveya rêgezên me yên dîrokî de, nerazîbûnên xwe tînin ziman.
* Em amade ne ku ligel dibistanên ku wekî me di bin zextê de ne re, berê xwe ji tariyê vegerînin.
(EKN/YO)