Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xelata Nobelî ya Aştiyê ya îsal aktîvîsta Kurd a Êzidî Nadiye Murad û pizîşk, Denis Mukwege yê Kongoyî li Oslo ya paytexta Norwêjê wergirtin.
Murad û Mukwege di 5ê Çiriya Pêşiya 2018an de ji ber hewldanên wan yên ji bo bi dawî hatina tûndkariya cînsî di demên şer de, Xelata Nobel a Aştiyê bidestxistin.
Murad û Mukwege di axavtinên xwe de banga tekoşîna li dijî tûndkariya cînsî kirin; Civak û raya giştî ya cîhanê, ji tûndkariyên cînsî yên di demên şer de pêktên re bê deng diminîn. Ji bo cezakirina berpirsên van tûndkariyan daxwaza pêngavên nû ji lîderên cîhanê kirin.
“Sedsala 21em sedsala globalîzmê û mafên mirovan e. Di vê sedsalê de zêdetirî 6 hezar û 500 jin û zarokên êzidî dîl hatine girtin, hatine kirîn û hatine froştin. Destdirêjiya cînsî û psîkolojîk lê hatiye kirin. Li sala 2014an heta niha em her roj bang dikin lê çi encam me bidest nexistiye. Niha di destê DEÎŞê de ji 3 hezarî zêdetir jin û zarokên êzidî hene. Lê eqîbata wan heta niha jî diyar nîne.”
Berpirsên tûndkariyan tenê tawanbar nîne, di heman demê de kesên ku ji tûndkariyan re çav digrin û bê deng diminîn jî berpirsin.
Gelê Kongoyê 20 salê li pêş çavên civaka navneteweyî biçûk tê xistin, destdirêjî lê tê kirin û tên qetilkirin. Di warê ragihandin û wergirtina zanyariyan de teknolojiya îro ji ya her demê bihêztire. Bila kes nebêje “min nezanîbû”. Em ji bo bi dawî anina van êş û azaran bang dikin werin tevlî me bibin.”
(EÖ/EKN/AY/MB)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.