Ji ber teqîna li kargeha hesin û pola ya li navçeya Alîagaya Îzmîrê 11 gumanbarên hatibûn desteserkirin û ji wan 9 kes hatin girtin. Serokê Desteya Rêveber ê şîrketê Mehmet Ruştu Başaran jî di nav de 2 gumanbar jî bi şertê zîndanîkirina li malê serbest bûn. Di teqînê de 19 karker miribûn.

Li Îzmîrê di kargehê de teqîn pêk hat: Hejmara miriyan derket 18an
Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Alîagayê ve tê birêvebirin de, ji kesên ku duh piştî îfadeyên li qereqola cendirmeyan sewqî edliyeyê hatibûn kirin, jê 9 kes ji aliyê dadweriya nobedar ve hatin girtin.
Serokê Desteya Rêveber ê şîrketê Mehmet Ruştu Başaran jî di nav de 2 gumanbar jî bi şertê zîndanîkirina li malê serbest bûn.

Karkerekî din ku di teqîna HABAŞê de bi giranî birîndar bibû, mir
Di teqîna ku di 9ê Cotmehê de li Kargeha Hesin û Pola ya HABAŞê ya li navçeya Alîagaya Îzmîrê pêk hatibû de 19 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
Derbarê bûyerê de serokê desteya rêveber a şîrketê, rêvebirê kargehê û cîgirê xwediyê kar, rêvebirê kalîte û plansaziyê, rêvebirê îdarî, rêvebirê şaxa Alîagayê yê şîrketê, rêvebirê polaxaneyê , şefê lênêrîna mekanîk, şefê polaxaneyê, endezyarê kontrola periyodîk, endezyarê beşê û endezyarê lênêrîna mekanîk a vîncê jî di nav de bigiştî 11 gumanbar hatibûn desteserkirin.

Derbarê karkerên ku di teqîna HABAŞê de mirin em çi dizanin?
(HA/AY)


