Fotograf: Canva
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) û Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Ewropayê (ECDC) derbarê xureka meymûnan de zanyariyên nû weşandine. Li gorî rapora ku daneyên heta 28ê Îlonê hatine tomarkirin tê de hene, li tevahiya Ewropayê heta niha 24 hezar û 622 kes bi nexweşiyê ketine.
Raporê destnîşan kiriye ku li 44 welatên Ewropayê ev nexweşî hatiye dîtin û bêhtir jî kesên temenê wan di navbera 31 û 40î de (9 hezar û 643 – ji sedî 39) bi vê nexweşiyê ketine. Her weha 24 hezar û 416 jê (ji sedî 98) mêr in.
WHO-ECDCyê di raporê de cih daye nîşaneyên nexweşiyê jî. Li gorî raporê, ji sedî 96ên nexweşan (14 hezar û 504) diyar kirine ku çermê wan diweşe, ji sedî 68ên nexweşan (10 hezar û 299) diyar kirine ku laşê wan gelekî germ dibe, bêhal in, masûlkeyên wan diêşin, dilerizin û serê wan diêşe.
Ji sedî 6ê (710) nexweşan li nexweşxaneyan hatine dermankirin. Ji van jî pêwistiya 232 kesan bi “lênerîna klînîkê” çêbûye. Dermankirina pênc kesan li beşên nexweşiyên giran pêk hatiye û mirine.
Herî zêde li Îspanyayê ev nexweşî peyda bûye ku hejmara nexweşan li vî welatî 7 hezar û 149 e. Piştî wê Fransa, Ingilistan û Almanya tên ku hejmara nexweşên li her yek ji van welatan di ser 3 hezaran re ye.
Li Yewnanistanê 8 kes nexweş ketine
Li gorî nûçeya malpera Ekathimeriniyê, Rêxistina Netewî ya Tenduristiya Gelî ragihandiye ku di nava hefteya dawî de, heşt kes bi nexweşiya xureka meymûnan ketine. Li gorî encamê, li Yewnanistanê di nava vê salê de 80 kes nexweş ketine.
Nexweşiya xureka meymûnan çi ye? |
Yek ji cûreyên vîrusa xuriyê ye ku di salên 1980yî de qediyabû. li gorî zanyariyên ku Navenda Kontrola Nexweşiyan û Parastinê ya DYAyê (CDC) weşandine, nexweşî di sala 1958ê de li koloniyên meymûnan hatiye dîtin. Cara pêşiyê di sala 1970yî de li Komara Demokratîk a Kongoyê (DRC) li mirovan peyda bûye. Ji wê rojê û heta niha li Benîn, Kamerûn, Komara Afrîkaya Navîn, Komara Demokratîk a Kongoyê, Sîerra leone û Sûdana Başûr jî di nav de li 11 welatên Afrîkayê hatiye dîtin. Nîşaneyên wê çi ne? Laşgermbûn, pirtik, êşeke zêde a serî, êşa piştê, êşa masûlkeyan, bêtaqetî û werimandina girêkên lenfan, nîşaneyên herî berbelav ên têkildarî xureka meymûnan in. Li gorî RTCyê, nexweşên ku xureka meymûnan lê peyda dibin, piştî nexweş dikevin, di navbera 3 rojan de, pirtik ji çermê wan diweşin. Pirtik bêhtir ji çermê rûyî diweşin. Her weha bandorê li kefa destan, binê lingan mukozaya dev û endamê zayendîtiyê dike. Pêvajoya kurkketinê ya xureka meymûnan piranî di navbera 6 û 13 rojan de ye lê li gorî RTCyê di navbera 5 û 21 rojan de jî diguhere. Derman jê re heye yan na? Li gorî RTCyê niha ti rêyeke taybet a dermankirina nexweşiyê nîne. Tê îdiakirin ku bandora derziya li dijî xuriyê, ji sedî 85 e. Di sala 2003yê de dema newxeşî li DYAyê belav bûbû, 47 kes miribûn. Gelek kes dema nexweş dikevin, nexweşî li wan giran nabe lê li gorî RTCyê rêjeya mirinê ji sedî 11 e. Rêjeya mirinê di nava zarok û ciwanan de zêdetir e. |