Weşanxaneya Korê pirtûka lêkolîner û nivîskar Faîk Bûlûtî ya bi navê “Em ji Xorasanê çawa hatine” çap kir. Faîk Bûlût di pirtûkê de li hêlekê behsa çewtiyên dîroka fermî ya Tirkiyeyê dike li hêla din jî di çarçoveya zanyariyên dîrokî de behsa wê çîrokê dike ku kesên ji herêma Xorasanê hatine Tirkiyeyê kî ne û çi kesin.
Bûlût di destpêka pirtûkê de nêrînên dîroka fermî ya Tirkiyeyê dinirxîne û dibêje ku di çarçoveya vê nêrînê de herkesên ku ji Xorasanê hatine weke Tirk hatine qebûlkirin, çawa ku li gorî vê nêrînê Kurd jî Asyaya Navîn hatine û Tirk in. Herweha Bûlût têkiliya vê mijarê bi Elewîtiyê ve jî girê dide û dinirxîne ku ev nêrîna dîroka fermî Elewiyan jî bi heman çavî diirxîne û wan Tirk qebûl dibîne û dixwaze bi vî awayî wan bide naskirin.
Nivîskar Faîk Bûlût di heman demê de li ser çewtiyên hin dîroknasên Kurd jî disekine û dibêje ev jî ne li gorî zanistiyê ne ku bi taybet li çend deran behsa pirtûkên Cemşîd Benderî dike.
Pirtûka ku ji neh beşên sereke pêk tê, di destpêkê de li ser vê mijarê, paşê jî li ser wî tiştî nirxandinan dike û agahiyan û zanyariyan dide ku “Kesên li Xorasanê dijiyan kî bûn?, “Kî li Xorasanê hebûn?”, “Çîroka Hatina Tirkan ji Xorasanê”, “Avabûna Peş-Elewîtiyê li Xorasanê”, “Tirk çawa ji Xorasanê hatine Anatolyayê” û di vê mijarê de rola Kurdan.
Bûlût di vê pirtûkê bersiva van pirsan dide:
“Li Tirkiyeyê ‘dastana em ji Xorasanê hatine’ kengî derketiye holê? Gelo di nava kesên ku çûne Xorasanê de Kurd û Ereb hebûn? Beriya Ogûzan li Xorasanê eşîrên Kurdan hebûn? Şamanîzm, tenê baweriya qewmên Tirkî bû? Tirk û Oguz kengî hatine Xorasanê? Xorasan, ji destpêkê de warê Elewî-Qizilbaşan bû? Fikrê Batinî û Ehlîbeytê kê aniye Xorasan û Turkistanê? Tenê Tirk û Elewî ji Xorasanê hatibûn?” (FD)