Çalakiya ku xizmên girtiyan li Edeneyê bi pêşekiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikumxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye dest pê kirin, di roja 38an de li ber Kampusa Girtîgehan a Kurkçulerê berdewam kir.
Xizmên girtiyan bal kişand li ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike û girtî dixwazin Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan ji girtîgehê azad bibe. Xizman bang li Wezareta Dadê û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) kir ku daxwazên girtiyan pêk bînin.
Malbat Nobeta Edaletê digirin
Li gorî nûçeya MAyê, Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, Hevserokên rêxistina bajarê Edeneyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hêlîn Kaya û Seyfettîn Aydemîr û rêvebirên rêxistina bajar û yên navçeyan beşdarî civînê bûn.
Di dema civînê de pankartek hate hildan ku li ser wê nivîsa “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya demokratîk em bibin dengê zîndanan.”
Rêvebirê AATUHAY-DERê Nîmet Sezgînî di dema civîna çapemeniyê de got, li 106 girtîgehan girtî di greva birçîbûnê de ne û li derve jî xizmên wan Nobeta Edaletê digirin. Sezgînî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê dewam dike, bi gotina “pêkanîneke li dijî mirovahiyê” penase kir:
“Daxwazên girtiyên siyasî, di heman demê de daxwazên gelê kurd e jî. Beriya ku grevên birçîbûnê veguhere pêvajoyeke xeternak, divê Wezareta Dadê û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) daxwazên girtiyan pêk bînin.
Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de ji bo “Azadiya Abdûllah Ocalanî û çareseriya pirsgirêka Kurdan” di 27ê Çiriya Paşiyê ya 2023yan de dest bi çalakiya dorveger a greva birçîbûnê kiribû.
Bi heman armancê li Almanya, Fransa û gelek welatên din çalaki pêk hatibûn. Girtiyan di 26ê Çiriya Paşiyê de daxuyaniyek belav kiribû û çalakiya xwe ragihandibû.
Çalakiya dorveger a greva birçîbûnê wê heta 15ê Sibata 2024an dewam bike.
* Di 27ê Çiriya Paşiyê ango Mijdarê de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê civînek li dar ketibû û di encama civînê de avabûna PKKyê hatibû ragihandin. Di 15ê Sibata 1999an de Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalan bi operasyoneke navnetewî, anîbûn Tirkiyeyê.
(AS/FD)