Galaya fîlma "Rafadan Tayfa *Gobeklitepe" li Rihayê hatiye kirin. Fîlm dê 27ê Kanûna Pêşiyê(meha 12.) bikeve vîzyonê.
Çêker û derhênerê fîlmê Îsmail Fidan diyar kiriye ku wan ev fîlma bedew û watedar di 1,5 salî da û bi keda 80 kesî va çêkir. Fidan got ku temaya sereke ya fîlmê jî Gobeklitepe ye ku wekî mîrata hevpar a mirovahiyê tê qebûlkirin.
Fidan bal kişand ku tê plankirin, dublaja Îngilizî û Almanî ya fîlmê jî were çêkirin da ku hemû dinya temaşe bike û wiha dewam kir, "Karakterên me ji Stenbolê tên Rihayê. Em Riha û Girê Mirazan pir baş didin naskirin. Em hemû hûrgiliyên keşifkirina Girê Mirazan ya ji hêla karakterên me va parve dikin. Fîlmeke macerayê ye ku bi rastî jî zarok dê pir bi baldarî temaşe bikin."
Fîlma anîmasyon ku cureya wê macera ye dê 27ê berfanbarê bikeve vîzyonê. Di fîlmê da qala wê yekê tê kirin ka Gobeklitepe 12 hezar sal berê çawa hatiye çêkirin û herwiha çawa hatiye roja me.
(MB)
*Girê Mirazan
**Çavkanî: Önder Beyter/AA, wêne: AA