Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Enver Şentûrk xerdiyanek bû ku ji ber lêpirsîna derbeyê ji karê wî hatibû bidûrxistin, îro hat ragihandin ku Enverî xwe kuştiye.
Bi xwekuştina Enver Şentûrkî hejmara wan kesên ji ber hwildana derbekirinê ya 15ê Tîrmehê xwe kuştîn/hatîn kuştin bû çardeh.
Şentûrkî Li Girtîgeha Adiyamanê kar dikir. Ji ber lêpirsîna FETO(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wî hatibû bidûrxistin.
Tê îdiakirin ku 7 ji wan kesên xwe kuştîn di dema ew girtî an jî desteserkirîbûn xwe kuştine. (EKN/MB)