Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrsînê û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (TUHAY-DER) ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş, daxuyanî dane. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê daxuyanî li avahiya OHDê hatiye dayîn û di daxuyaniyê de pankartên “Azadî ji bo girtiyên nexweş” û “Azadî ji bo Aysel Tuglukê” hatin vekirin.
Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya 78’iyan û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûne.
Bang li Wezareta Edaletê kirine
Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa OHDa Mêrsînê Serap Angay axivîye û mirinên di demên dawî de yên li girtîgehan weke “rûreşî” pênase kiriye. Angayê diyar kiriye ku mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin û wiha domandiye: “Îşkence li girtiyan tê kirin û mafê wan ê tenduristiyê tên binpêkirin.”
“Girtiya bi navê Emel Haceroglû ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, ji ber ku ranekirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Nevzat Çapkin jî piştî tehliyeyê jiyana xwe ji dest da. Diviya şert û mercên girtîgehan bihatina başkirin lê roj bi roj xerabtir dibin û gefeke mezin li girtiyan dixwin. Tevî gelek bangawaziyan jî girtiyên nexweş ên weke Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tugluk nayên berdan. Divê di zûtirin demê de dawî li binpêkirinên li girtîgehan bînin. Hêj pirsgirêkên tenduristiyê û mirin zêdetir nebûyîn, divê desthilatdariya siyasî tevdîrên pêwîst bigire. Banga me ji bo wezareta dadê û saziyên neteweyî û navneteweyî yên mafên mirovan ew e ku di zûtirin demê de bikevin nava liv û tevgerê.”
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.
(AS/AY)