Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Sê sal in ku li Yemenê şerek heye. Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê li ser rewşa Yemenê daxuyaniyek belav kir.
Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê, eşkere kir ku di gelek bûyerên li Yemenê qewimîn de mafên mirovan hatine binpêkirin û sûcên di rewşên şer heyîn de hatine kirin.
#Yemen’s 3 years of war: 5900+ civilians killed, millions displaced, a humanitarian catastrophe #YemenCantWait https://t.co/S176xtg5uq pic.twitter.com/ayOuotCJZr
— amnestypress (@amnestypress) 25 Mart 2018
Herî dawiyê bi bomberdimaneka Erebistana Siûdiyê de 6 sivîlên endamên heman malê bûn hatine kuştin. Rêxistinê diyar kir ji sala 2015ê ve Erebistana Siûdiyê û dewletên hevpeyman li dijî rêxistina çekdar ya Hûtîyan operasyon dane dest pê kirin, ji wê demê ve hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin.
Bixwîne - Ji 22 bajarên Yemenê, li 19 bajaran nexweşiya Kolerayê belav bûye
Dîrektorê lêkolînên li Rojhilata Navîn yê Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê, Lynn Maaloufî eşkere kir:
“Hemî aliyên şerî êş û zehmetiyê ji bo sivîlan çêdikin.
“Di encama şerî de, 513 sivîl mirine, 379 sivîl jî birîndar bûne.”
(AS/MB)
Bixwîne - Li Yemenê balafiran êrîşî otêlekê kir, ya kêm 35 kes mirin