Xelkê Amerîkayê dê endamên Kongreyê hilbijêrin
Welatîyên Dewletên Yekbûyî yên amerîkayê dê îro bi hilbijartinê endamên Kongreyê hilbijêrin
![Xelkê Amerîkayê dê endamên Kongreyê hilbijêrin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/202/378/original/thumbs_b_c_55cc9bb104db658ef86bc99ccd4ffe2a.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Welatîyên Dewletên Yekbûyî yên amerîkayê dê îro bi hilbijartinê endamên Kongreyê hilbijêrin
Hilbijêr dê li gor sieta Amerîkayê siet 6:00ê (TSİ 14:00ê) dest bi dayina dengan bikin û dê heta 20:00ê (TSİ, Sibe, siett: 4:00ê) dewam bike.
Kongreya Amerîkayê ji du beşan pêk tê: Senato û Meclîsa Nûneran. Meclîsa Nûneran ji 435 endaman pêk tê.
Meclîsa Nûneran digel Senatoyê yasayan çêdike û qebûl dike.
Herwiha ji 56 dewletên Amerîkayê waliyê 36 dewletan jî dê îro bên hilbijartin. Demokrat dixwazin jimara endamên xwe yên li Meclîsa Nûneran zêde bike û rê li planên Trumpî yên ne bi dilê wan bigire.
(IO/HA/MB)