Jê re dibêjin Xelîlê Çekçekçî. 26 sal e bi erebaya xwe karê hemaliyê dike. Li Amedê ji van erebeyan re dibêjin ‘çekçek’.
Xalê Xelîl mehên havînê de diçe der û beran, li bax û baxçeyan dixebite. Zivistanê jî li Amedê, li navçeya Sûrê bi çekçeka xwe karê hemaliyê dike.
Xalê Xelîl tim li ser Kolana Melîk Ahmetê, tim li heman cîhê xwe, li ser çekçeka xwe rûniştiye. Gava barek hebe bardike dibe û cardin vedigere cîhê xwe. Gava min ew dît jî li ser çekçeka xwe rûniştîbû û tûtina xwe dipêça:
“Wellehi hemalî ne şixulê însana ye, lê em mecbûr in. Em çi bikin? Pir hindik qezenç jî dikin. Em qîma xwe pê tînim lo!”
Di sala 1992an de gundê wan yê li navçeya Mehsertê yê girêdayî Mêrdînê hatiye şewitandin û mecbûr mane ku koç bikin Amedê.
Xalê Xelîl, bi gotina wî, qet serî li delewêreyan nedaye. Piştî ku ji gundê xwe koç kiriye û hatiye Amedê “Bi qewata Xwedê û bi tehba xwêdana xwe şixuliye, muhtacê kesekî jî nebûye.”
Li gundê wan erde wan, çelek û pezê wan hebûne, rewşa wan baş bû ye lê mixabin bi zorê hatine koçber kirin.
Xalê Xelîl dixwaze vegere gundê xwe lê destê wî ji zarokên wî nabe. Zarokên wî, hînî bajêr bûne.
Gava Xalê Xelîl behsa gundê xwe kir, çavên wî dibiriqîn. Were xuya bû ku hesrata gund, di dile wî de bû ye êş.