Ajansa nûçeyan a Rûsyayê, TASSê ragihandiye ku Marîa Zaxarovo, Berdevaka Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsya gotiye, Generalê Lîbyayî Xelîfe Hefter bê ku peymana agirbestê îmze bike ji Moskowayê çûye.
Duh li Moskowayê di navbera aliyan de gotûbêj dest pê kiribûn û ji bo pêvajoya agirbestê dest pê bike metneke lihevkirinê hatibû amadekirin. Lê li gorî vê encamê gotûbêj bê encam mane.
Gotûbêj di navbera Fayez El Sarraj, Serokê Hikûmeta Rêkeftina Netewî ya Libyayê û Xelîfe Hefter, Serokê hêzên Çekdar ên Bîngaziyê de pêk dihat. Wezîrê Karûbarên Derve Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Berevaniya Netewî Hûlûsî Akar û Serokê Rêxistina Istixbarata Netewî (MİT) Hakan Fîdan li ser navê Tirkiyeyê beşdarî gotûbêjan dibûn. Her weha Rûsyayê jî mazûbanî li civînan dikir.
Piştî gotûbêjan, Sergey Lavrov, Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê ji raya giştî ya navnetewî re aşkere kiribû ku Sarrajî peyman îmze kiriye. Lavrovî destnîşan kiribû ku Hefterî dem xwestiye.
Marîa Zaxarova ji AFPê re axifîye lê nedaye zanîn ku Hefter çima peyman îmza nekiriye.
Ajansa TASSê ya Rûs ragihand ku Wezareta Derve ya Rûsya dê bo agirbesta Lîbya xebatên xwe bidomîne.
Pevçûnên di navbera Artêşa Neteweyî ya Lîbya ya bi pêşengîya General Hefter û hêzên hikûmetê ser banga hevbeş Moskow û Enqerê bi dawî bûbûn. (FD)
Çavkanî: dengêamerîka