Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz 2 sal in tê lidarxistin.
MKGê encama xelatan îsal eşkere kir.
Beşa nûçeyên Kurdî
Juriyên beşa nûçeyên Kurdî: Sûna Tûnç, Hatîce Kamer û Leyla Ayaz.
Nûçeya rojnameger Perêz Remezan a bi navê ‘Çîroka Aske Kerîm: Birîndarek zindî ya karesata Enfalê û hovîtiya li Nugre Selman’ hejayî xelata yekemîn hat dît.
Beşa nûçeyên Tirkî
Juriyên beşa nûçeyên Tirkî: Tûgçe Tatarî, Ayşe Guney û Elîf Ekin Saltik.
Di kategoriya nûçeyên Tirkî ya 2emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetteli Ersoz de, nûçeya Elîf Akgul a bi navê ‘Mirin bi neh teqsîdan: Gihiştina Çekên Bêdestûr a li Tirkiyeyê’ ku di Inside Turkey de hatiye weşandin, xelata yekem wergirt.
Xelata Taybet a Juriyê di kategoriya Nûçeyên Tirkî de ji bo Gulistan Gulmuş û Derya Ren, ji bo gotara wan a bi navê “Parêzvanê Serokkomar ê Serbest hat Berdan Gef li Jinekê Xwar” hat dayin. Ev nûçe jî di JINNEWSê de hatiye weşandin.
Beşa fotografan
Juriyên beşa fotografan: Nişmiye Guler, Laura Domenech û Maryam Ashrafi.
Xelata yekem a di kategoriya fotografan de ji nûçegihana JINNEWSê Nûdem Mihemed re, ji bo xebata wê ya bi navê “Ya venamire” hat dayîn.
Xelata Taybet a Juriyê di beşa fotografan de jî nûçegihana Ajansa Welat Sema Gezîcî ji ber berhema wê ya bi navê ‘Qêrîna Bêdeng’ hêjayî xelatê hate dîtin.
Beşa Nûçeyên Vîdeoyî
Juriya Kategoriya Nûçeyên Vîdeo: Solîn Alphan Başegmez, Çîlem Kuçukkeleş û Rojbîn Ekin.
Xelata yekem a di kategoriya Nûçeyên Vîdeoyî de rojnameger Sewsen Eli û Meryem Reşoyê bi dest xistin.
Xelata Rûmetê
Têkoşîna xelkê Gimgim û Kanîreşê, ji bo parastina xweza, qadên jiyanê û pêşeroja xwe ya li dijî projeyên enerjiya jeotermal, bi mehan e berdewam dike.
Têkoşîna ku di 22ê Kanûna Paşîn de li Gimgimê dest pê kir, di 3ê Gulanê de bi konê li gundê Xwarik hatibû danîn veguherî nobedariyê û gihîştiye roja xwe ya155an. Li gundê Licîka Kanîreşê, 60 roj ji ser berxwedana çalak a li dijî hewldana sondajê ya şîrketê ku di 7ê Tebaxê de dest pê kir, derbas bûn.
Xelata Rûmetê ya Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz ji bo vê têkoşîna kolektîf û rêxistinkirî ya parastina erd, av û qadên jiyanê hat dayîn.”
Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê dê di 8ê Cotmehê saet 19.00an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bi merasîmekê bê dayîn.
(EMK/AY)

