Xelatgirên 11emîn Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kûrtî aşkere bûne.
Xelata Çîroka Kurdî:
Di beşa Pêşbaziya Çîrokên Kurdî de desteya hibijêr Rengîn Kardelen, Burhan Tek, Mûrad Dildar, Ferhadê Mihemed, Çorê Arda, û Omer Kurt (Bavê Şerzan Kurt e, tevlî dengdanê nebûye.) bûye. Çîroka Serdar KÖMÜRCÜ ya bi navê “ŞİBAKE” xelat stendiye.
Xelata Çîroka Tirkî:
Di beşa Pêşbaziya Çîrokên Tirkî de desteya hilbijêr Birgul Sevînçlî, Gamze Guler, Suzan Bîlgen Ozgun, Menekşe Toprak, Şengul Can û Nejla Kûrt (Diya Şerzan Kurt e, tevlî dengdanê nebûye) bûye. Di beşa tirkî de jî çîroka “Pirinçler, Üzümler ve Ben” Mehmet Ali ELÇİN û bi çîroka “Çünkü Dünya” İ. Usame YÖRDEM’ xelata Şerzan Kûrtî bidest xistiye.
Amadekarên pêşbaziyê ji ber xebatên wan ên li ser ziman û folklora kurdan Weşanxaneya Wardozê jî hêjayî Xelata Kedê dîtine.
Derbarê Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kûrtî de
Şerzan Kûrt li Zanîngeha Mûglaya Beşa Karsazîyê ya Fakulteya Zanistên Aborî û Rêveberiyê de xwendekar bû û di 12ê Gulana 2010an de di dema bûyerên xwendekaran de bi çekê hatibû kuştin. Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê(Egîtîm-Sen)a Batmanê ji wê demê ve li ser navê wî pêşbaziya çîrokan li dar dixe. Îsal 11emîn Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurtî hatiye lidarxistin. (AY)