Fotograf: MA
Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anterî û Şehîdên Çapemenîya Azad dane xelatgiran. Ji bo xelatdayînê bernameyek li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a navçeya Şîşlî ya Stenbolê pêk hatiye ku Rojnameya Yenî Yaşamê ev bername li dar xistiye. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, parlementerên HDPyê Alî Kenanoglû, Mîsa Pîroglû, Parlementerê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îşê Farûk Eren, Dayikên Şemiyê, nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), MATÛHAY-DER, ANYAKAY-DER, ÎHDa Stenbolê, gelek nûner û rêvebirên rêxistinên çapemenîyê û rêvebir û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevli merasîmê bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Li hêwana merasîmê wêneyên Mûsa Anter, Gûrbetellî Ersoz û rojnamegerên di têkoşîna çapemeniya azad de can dane daliqandine. Ayhan Erkmen û Necbîr Aydoganê bername pêşkêş kirine. Piştî axaftina destpêkê, sînevîzyona li ser têkoşîna çapemeniya azad hatiye nîşandan.
Tûran: Çapemeniya Azad bû navê azadiyê
Xwediyê rojnameya Yenî Yaşamê û Parlementerê HDPê Ridvan Tûran piştî wê axiviye û wiha gotiye: "Nizam çapemeniyeke din heye ku ji bo ragihandina rastiyê ev qas bedêl û ked dane. Çapemenîya azad ji Mûsa Anter heya niha bû navê têkoşîna azadî, heq, hiqûq û edaletê. Li gel hemû astengiyên dewletê jî her çû mezin bû û xwegihand roja îro."
Sancar: Her tişt ji bo aştî û azaiyê ye
Paşê Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancar axiviye. Sancar, kedkarên çapemeniya azad silav kiriye û gotiye: "Ev xelatên li ser navê Apê Mûsa tên dayîn, çîrokek pir girîng, di têkoşîna ji bo heqîqetê de israrê, di têkoşîna ji bo azadiyê de înyadê dide jiyandin û dê bijî. Min Apê Mûsa û hin şehîdên çapemenîya azad nas kirin. Minêkarim ji bo van mirovên ku min xebera mirina wan bi dilekî şewat bihsît. Yek ji berpirsiyariyên me yên herî mezin jî em vê têkoşîna ku wan ji me re hiştiye bidin jiyandin. Têkoşîna aştî û demokrasiyê, di konên herî qewî yên vê çîrokê de cih digire. Ev bedêl û ked, ji bo aştî û azadiyê bûn. Bêyî heqîqetê edalet, bêyî edaletê heqîqet ne pêkan e."
Zarokên Anterî: Em li ser piyan e
Paşê Dîcle Anter, kurê Mûsa Anterî axiviye û destnîşan kiriye ku li dijî qetilkirinên li hemberî kedkarên çapemeniya azad, bombebarankirina avahiyên rojnameyê û hwd. li ser pêyan e û kedkarên çapemeniya azad hemûyan silav dike.
Rahşan Anter, keça Mûsa Anterî jî peyameke bidîmen şandiye. Rahşan Anterê gotiye ku kêfxweş in ji ber xwedî li bîranîna Anter derdikevin: "Hûn ji min çêtir bavê min nas dikin. Di zarokatiya me de pir guh li me nedikir, ji lew re zarokên wî yên Kurdistanê, zarokên wî yên kurd hebûn. Xwezî bavê min sax bûna û tiştên em dikin bidîta. Heger ev pêşektin bidîta dê pir kêfxweş bûbûya. Lê dizanim ku dilaram e. Em li ser rêça wî ne. Ji Ozgur Gundemê heya Yenî Yaşamê we rêyeke dûr û dirêj li dû xwe hişt. Em vê pêşektina we bi kelecaneke mezin dişopînin. Pir dilxweş im."
Peyama Îmamoglûyî
Şaredarê Şaredaria Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî peyamek şand. Peyama Îmamoglû wiha ye: "Di 29emîn salvegera qetilkirina rewşenbîrê me yê erdnîgariya Anatolyayê Mûsa Anter bi rehmet yad dikim. Ji dil û can dixwazim ku rojek berî rojekê kujerên wî bên zevtkirin. Bi hêviya edalet, demokrasî û aştî bê welatê me û tevahiya cîhanê hemû beşdarvanan bi rêz û hezkirinê hemêz dikim."
Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) stranên wxe strane. Piştî konserê wî kesên xelat li xelatgiran belav kirine. (FD)