Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xelatgirên 28em Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad bi merasîmekê hatin belavkirin.
Merasîm li avahiya Komeleya Şopandina ji bo Mafên Wekhev a li Beyoglûya Stenbolê pêk hat û li gel Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Îdîl Ugûrlû, Hevberdekva Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Dayikên Aştiyê rojnameger û nûnerên saziyên rojnamegeriyê û yên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.
Çelîk: Me bedêl dan
Berpirsê Weşanê yê Giştî yê rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk axivî û bal kişand ser girîngiya Apê Mûsayî û kedkarên çapemeniya azad. Çelîkî destnîşan kir ku ji ber ew li ser xeta heqîqetê û rasteqîniyê dimeşin û nûçe derxistin holê bedêlên giran dan û ji bo pênûsa wan bedêlan li erdê nemîne dê xebata xwe bidomînin.
Piştî axaftina Çelîkî, sînevziyona li ser jiyana Apê Mûsayî û çapemeniya azad û kurdan hatibû amadekirin hat nîşandan.
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Bûldanê xelata Erdogan Alayamût, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê dayê ku di beşa nûçeên tirkî de bûbû yekemîn.
Bûldan: Zihniyeta ku Anterî qetil kir li ser kar e
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Bûldanê dema xelat da axivî û got, zîhniyeta ku Apê Mûsayî qetilkirin îro li ser desthilatdariyê ne.
Rojnamevan Tugrul Eryilmazî xelata rojnamevan Ercument Akdenîzî daye ku di beşa xelata taybet a jüriye wergirtibû.
Xelatên beşa kurdî
Di xelatên beşa kurdî de jî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Fahrettîn Kiliç xelata xwe ji destê Hevberdevka HDKê Îdîl Ûgûrlûyê wergirt. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Ayşe Surmeyê jî xelatê ji destê Berpirsê Weşanê ye Giştî yê Yenî Yaşamê Ferhat Çelîkî wergirt.
Eren Keskîn: Mûsa Anter Kurdistanî bû
Nûçegihana JinNewsê Medya Uren jî ku di xelata kurdî de bi ser ket xelata xwe ji destê Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskînê girt. Eren Keskîn anî ziman ku Mûsa Anter kesayetek rasteqîn yê Kurdistanî bû.
Di beşa Nûçegihaniya Jinan a Gurbetelli Ersoz de jî rojnamevan Sîbel Yukler a ji Rojnameya Karincayê ku bi ser ketibû xelata xwe ji Şef Edîtora Yenî Yaşamê Încî Aydinê girt.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Dîlek Oncelê jî ku di xelata taybet a juriyê a Nûçegihaniya Jina a Gurbetellî Ersoz de bû yekemîn xelata xwe ji destê Dayika Aştiyê Guler Dumanê girt.
Rojnamevan Zeynep Kûray a di beşa wêne de bi wêneyê xwe “Dorpêç” bû yekemîn, rojnamevan Fatoş Erdogan a ku bi “Wêneyê Tirkiyê” bû duyemîn û rojnamevan Seda Taşkin a bi wêneyê Heskîfê hêjayî Xelata Jûriya Taybet a Wêne hat dîtin wergirtin.
Rojnamevan Ender Ondeşî xelat da Zeynep Kurayê. Dayika Berkîn Elvanî, Gulsum Elvanê xelat da Fatoş Erdoganê û rojnamevan Huseyîn Kalkanî jî xelata Seda Taşkinê dayê.
Beşîr Geroglû yê di beşa Karîkatûrê de bû yekemîn xelata xwe ji rojnamevan Nejbir Aydoganê girt û her wiha Kiymet Guven a di beşa Juriya Taybet a Karîkaturê de jî bi ser ket xelata xwe ji rojnamevan Recep Karadoganî wergirt.
Merasîma xelatê bi girtina wêneyê komî bi dawî bû. (AO/FD)