Encama Pêşbirka Helbestan a Arjan Ariyî diyar bûn. Îsal dê merasîma xelatdayîna Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî ya 13emîn, roja Înê di 30yê Cotmehê de li Salona Xwendinê ya Arjen Arî ya Şaredariya Peyasê bê lidarxistin.
Merasîm bi hevkariya Şaredariya Peyasê û Weşanên Sor tê lidarxistin. Di pêşbirkê de Hoşeng Nizarî û Simeya H. Lalîn bi du dosyeyên cuda bûn yekem. Her weha Xelata Rûmetê jî dan Michael L. Chyet. Xelatgir dê merasîmê de xelatên xwe werbigirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat di çarçoveya bernameyê de dê panelêk li ser Arjen Arî jî bê lidarxistin.
Îsal du dosye bûn yekem
Di Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî ya 13emîn de, ku encamên wê di 15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî de hatin ragihandin, dosyeya Hoşeng Nizarî ya bi navê “Bîra Beyabanê” û dosyeya Simeya H. Lalîn ya bi navê “Hestiyên Tivinga Min” bûn yekem. Jûriya pêşbaziyê, ku ji Berken Bereh, Necla Arî, Gulîzer, Emerîkê Sidîqayê û Nuroj Munzur pêk dihat, dosyeyên 13 helbestvanên ciwan ên ku beşdarî pêşbaziyê bûbûn nirxand. Her du dosyeyên ku layiqî xelatê hatin dîtin, ji aliyê Weşanên Sor ve wekî pirtûk hatin çapkirin.
Xelata Rûmetê ya vê salê jî dê ji ber xebatên wî yên di warê ziman û edebiyata Kurdî de, bide zimanzan û Kurdolog Michael L. Chyet.
Bername
Di çarçoveya bernameya çalakiyê de, dê di destpêkê de saet 12:30an li Goristana Yenikoyê ya Amedê, li ser gora Arjen Arî bîranîn bê lidarxistin.
Di merasîma xelatdayînê de ku dê saet 18:00an dest pê bike, dê xelatên Hoşeng Nizarî û Simeya H. Lalîn, ku bûne yekem, bên dayîn. Piştî pêşkêşkirina xelatan, Simeya H. Lalîn dê pirtûkên xwe ji bo xwendevanan îmze bike.
Helbest û mîrata edebî ya Arjen Arî dê bên nîqaşkirin.
Di çarçoveya bernameyê de, saet 19:00an dê panelêk li ser helbest û mîrata edebî ya Arjen Arî bê lidarxistin. Osman Ozçelîk û Rêzan Diljen dê wekî axêver beşdarî panelê bibin. Mîna Acer jî dê moderatoriya panelê bike.
Derbarê Arjen Arî de
Arjen Arî 1ê Nîsana 1956an de li herêma Omeriya li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di 1979an de Enstituya Perwerdeyî ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Cara peşî li kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan. Weke gelek helbestvan û nivîskarê Kurd wî jî bi Tirkî dest bi helbestê kir. Di sala 1976an de li Nisebînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polisan dest danîn ser helbestên wî yên Kurdî û Tirkî. Qasî hefteyekê hepsê de ma. Ew derket lê helbestên wî heta niha jî hepsî ne.
Piştî 12ê îlonê ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992"an de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekî bû û birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji mirinê filitî. Piştî wê bûyerê êdî li Amedê ma. Helbestvan Arjen Arî ji ber nexweşiya penceşêrê 30ê Cotmeha 2012an de çû ser dilovaniya xwe.
Niha jî ez ê çend helbest û nivîsên wî ên di kovarên cuda cuda de hatiye çapkirin û berhemên wî bi we re parve bikim..
Nivîsên edebî û helbestên wî yên cuda
1980 îro dîsa, ev leşkerê rom û wer, bi navê O. Dara, Tîrêj, 2.
1992 Çîroka sêzdeh şev û sêzdeh rojan, Nûdem, 2.
1992 Sibeha îlonê û Çarîn, Nûdem, 3.
1994 Kevokê û Masîko, Nûdem, 10.
1994 Kurik û Kulîlkên bihara derengmayî, Nûdem, 11.
1995 Ne axperest im, Çira, 3.
1995 Tovreşîn im, Nûdem, 16.
1996 Wargeh, Çira, 5.
1997 Dilodîn, Nûdem, 21.
1997 Ji bîr nebûbê, Çarîn û Heta ferwerdîneke din, Nûdem, 24.
1998 Name, Nûdem, 28.
2000 Berê min ketiye Xozatê, Nûdem, 34.
2007 Min rahiştiye serê xwe, Nûbûn, 94.
2008 Piçek zaroktî, Nûbûn, 98.
2008 Nûçeyek xwezî û kezî, Nûbûn, 102.
2008 Ji klasîkiyê ber bi futurîstiyê ve Reşîdê Kurd, Nûbûn, 104.
2008 Birîna Reş, Nûbûn, 105.
2008 Qismet, Nûbûn, 106.
2008 Ji kişweran payiz e niha!, Nûbûn, 107.
Berhemên wî
1999 Ramûsan min veşartin li geliyekî, Weşanên Avesta, helbest.
2002 Ev çiya rûspî ne, Weşanên Avesta, helbest.
2003 Destana Kawa, Weşanên Elma, helbest.
2006 Eroûtîka, Weşanên Lîs, helbest.
2008 Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, antolojî.
2008 Şêrgele, Weşanên Avesta, helbest.
2009 Çil Çarîn, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, helbest.
2010 Bîhoka li pişt sînor, Avesta, çîrok.
2011 Payîza Peyvê, Weşanên Belkî, Amed, helbest.
2012 Kulîlkên Be"îvan, Weşanên Ronahî, Amed, helbest.
2012 Gorî û Bindest, Weşanên Ronahî, Amed, helbest.
(AY)

