Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Xelatên Azadiya Fikr û Xweîfadekirinê yên li ser navê Ayşenûr Zarakolûyê tên dayîn, duh li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmetê ya Şîşliya Stenbolê bi merasîmekê hatin belavkirin. Şaxê Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) xelatan belav dike.
Îsal Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, pispora tiba edlî, Ayşe Duzkan, rojnameger û nivîskar û Osman Kavala, mafparêz û karsaz hêjayî xelatdayînê hatibûn dîtin.
Tevlî ya îsal 17emîn car e ku ev xelat tên dayîn.
Du xelatgir girtî ne
Duzkan û Kavala li girtîgehê ne, ji ber wê nekarîbûne beşdarî merasîmê bibin. Tenê Şebnem Korûr Fîncanci weke xelatgir beşdar bûye.
Şebnem Korûr Fîncanciyê di dema xelatdayînê de axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna ji bo serweriya hiqûqê berdewam bikin. Fîncanci wiha axivî: “Ji bo min rûmeteke gelekî mezin e. Di heman demê de em gelekî bi hêrs in. Dixwazin bi îdianameyên hatine kopîkirî, mafên mi ji dest me bigrin.”
Nevîn Cevad, rojnameger û xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê, li ser navê Duzkanê xelat ji Safiye Alağaş, Midûra Nûçeyan a JIN Newsê wergirt.
Osman Kavalayî jî peyamek şandiye û tê de gotiye, “xelat ji bo min rûmeteke gelekî mezin e”.
Derbarê Ayşenûr Zarakolûyê de
Mafparêz û xwediya Weşanên Belgeyê Ayşe Nûr Zarakolû di 28ê Rêbendana 2002yan de ji ber pençeşêrê çû ber dilovaniya xwe. Xelatên Azadiya Xweîfadekirinê û Ramanê ya Ayşenûr Zarakolûyê ji bo bîranîna yek ji avaker û rêveberên İHDyê Ayşe Nûr Zarakolûyê ji sala 2002yan û vir ve tê dayin. (AS/FD)
* Fotograf: TIHV