18em Xelatên Hrant Dînkî yên Navnetewî duh (15ê Îlonê) bi merasîmeke li Sehneya Muhsîn Ertugrul ya Harbiyê dan xwediyên wan.
Xelat ji Turkiyeyê Suheyla Doganê bi dest xist ku bi wêrekiya xwe ya parastina Çiyayên Qazê tê zanîn û ji bo mafên mirovan têdikoşe û her weha li dijî projeyên talana ekolojiyê yên ji aliyê dewletê ve xwedî sekne û bi xwezayê re mafê jiyanê jî diparêze.
Xelatgirê din jî mafparêzê filistînî Raji Sourani ye. Souranî li Xezeyê di bin şert û mercên giran de binpêkirinên mafên mirovan tomar dikir. Her weha bêyî ku serî li ber gef û tecritê bitewîne li dijî desthilatdariyê rastî parastiye.
Di destpêka bernameyê de peyama bixêrhatinê ya li ser navê Weqfê Seroka Weqfa Hrant Dink Rakel Dinkê xwend. Bi kurdî Rakel Dinkê bi van gotinan pêşvazî li temaşevanan kir:
Em di serdemeke wisa de derbas dibin ku destûrên bingehîn û qanûnên navneteweyî bandora xwe winda kirine. Di 15ê Îlonan de ez heta navê cana xwe Çigdem Materê li ber hizûra we bi bîr neynim derbas nabim. Ez li benda wê rojê me ku ew ê dîsa di vê salonê de bi me re be. Em xeyala civakeke ku tê de ew û hemû girtiyên siyasî li derve bin, azadiya derbirînê heta dawiyê bê bikaranîn û bi hevgirtineke demokratîk li dijî şerxwaziya li cîhanê em jiyana bi hev re biparêzin, bi hêvî berdewam dikin. Ez hemû kesên ku di bin navê pêvajoya aştiyê de hewl û kedê didin, silav dikim. Gava behsa aştiyê tê kirin, avên diherikin radiwestin. Ez daxwaz dikim ku encam ji hemû bendewariyan pir zêdetir be.
Piştre nivîskara pirtûka biyografiya Hrant Tûba Çandar li ser vexwendina Komîteya Xelata Hrant Dink a Navneteweyî di merasîmê de axivî.
Her weha xelatgir Suheyla Doganê jî di axavtina xwe de xelata xwe diyarî malbata xwe, jîngehparêz, LGBTÎ+, feminîstên ku ji bo mafên jinan têdikoşin, karkerên ku li dijî kedmijiyê li ber xwe didin, gundiyên ku axa xwe diparêzin û tevahî mafparêzan kir.
Her weha xelatgir Raji Souranî jî diyar kir û weha got:
Ev xelat ya wan mexdûr û mirovên saxmayî ne ku ji ber baweriya xwe ya bi rastiyê û edaletê. Ev xelat ya hemû beşên civaka Filistînê ye ku di nav de rojnamevan, bijîşk, xebatkarên mirovî û tîmên rizgarkirinêku nehiştin êş û azara gelê wan bê jêbirin ango wekî tiştekî asayî bê dîtin. Û ev xelat ya wan hemû kesan e ku li Filistînê û li çar aliyê cîhanê, bêyî cudahiya netewe, rengê çerm an nijadê, israr dikin ku divê hiqûqa navneteweyî her kesî bi rengekî wekhev biparêze.”
Jûriya sala 2026an
Di jûriya îsal a xelatê de ev kes hebûn: Xelatgirên Xelata Hrant Dink a Navneteweyî ya 2025an Bulent Şik û Helena Maleno Garzón, pispora xebatên bîrê û muzeyan Bonita Bennett, lêkolîner, editor û rêvebera saziya çandê Asena Gunal, dîroknas û akademîsyen Cemal Kafadar, rojnamevana lêkolîner û nivîskar Fariba Nawa, akademîsyena têkiliyên navneteweyî Kalypso Nicolaidis, şanonivîs û derhêner Berkun Oya, parêzvana mafên mirovan Feray Salman, nûnera civaka sivîl a di qada demokrasiyê û mafên mirovan de Naira Sultanyan û Seroka Weqfa Hrant Dink Rakel Dink.
(HA/AY)
