17em Xelatên Hrant Dînkî yên Navnetewî duh (15ê Îlonê) bi merasîmeke li Navenda Kongreya Lutfî Kirdar dan xwediyên wan.
Xelatên Hrant Dînkî îsal dan Endezyarê Xurakê Dr. Bulent Şik û mafparêza penaberan û çalakgera navneteweyî Helena Maleno Garzônê.
Rakel Dink: Ger yên bihêz edîl nebin, wey li lawazan…
Axaftina vekirina bernameyê Rakel Dînkê kir. Dînkê bi zimanên Ermenkî û Kurdî beşdarvan silav kir û dest bi axaftina xwe kir.
Dinkê got, "Hiqûq ji bo hemûyan pêwîst e. Li cihê ku hiqûq tune be, bêewlehî, bêaramî, kaos, fikar û xemgînî heye. Tundkarî û zordarî, hêrs, kîn û nefret zêde dibin. Wisa lê tê ku diyar nabe destê kê di bêrîka kê de ye. Pêdiviya me hemûyan bi edaletê heye ku ev rastiyek e- weke avê, weke hewayê. Ger yên bihêz edîl nebin wey li lawaz û bêhêzan."
"Çigdem Mater û Osman Kavala girtin. Berdewamiya girtina Kavala tevî biryarên DMMEyê, weke cezayê wî pêşin hatiye dayîn e. Ger hûn girtinê bikin rêbazek cezakirinê, çi bawerî bi we namîne. Ev binpêkirinên mafên mirovan in. Hiqûq ji me hemûyan pêwîst e. Li cihê ku hiqûq tune be, tundkarî, kîn û nefret zêde dibin."
Garzon: Bijî Filistîna azad
Garzónê jî rojnamevanên ku li Filistînê hatine kuştin bi bîr xist û got, "Rojnamevanên weke me û ez jî rojnamevan im û dipirsim: Gelo me dikarîbû wêrekiya berxwedanê nîşan bida? Têkoşîna gelê Filistînê di tariyê de ronahiyek hêviyê ye."
Garzón wiha domand: "Ev xelat xelatek taybet e. Ew xelata wî gelî ye ku piştî qirkirinê dîsa rabûye ser piyan."
Garzónê axaftina xwe bi gotina "Bijî Filistîna azad" bi dawî kir.
Prof. Dr. Fatmagul Berktay û rojnamevan Zeynep Oral xelata Garzónê danê.
Piştî Garzonê xelatgir Bulent Şik jî axaftinek kir. Şik destnîşan kir û got, "Dengê Dink hîn jî di wijdanê vî welatî de deng vedide. Dengê wî bangek bû ji bo aştiyê."
Tilbe Saran û Rakel Dinkê xelat dan Bulent Şik.
Lîstikvan Hazal Turesan merasîm pêşkêş kir. Di vekirina bernameyê de, Sibil û Zelîşah strana "Nazani" ya Sayat Nova pêşkêş kirin. Piştî vê, hunermendên Ermenî Zhanna Davtyan, Arman Peshtmaljyan û Stepan Ter-Ghevondyan derketin ser dikê. Koma muzîkê ya Gevende jî melodiyên xwe pêşkêş kirin.
Endamên juriya 2025an ev bûn:
Rugiatu Neneh Tunay, Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Çatî, Aslı Bâli, Fatmagül Berktay, Ara Ghazarian, Wolfgang Kaleck, Reşat Kasaba, Cem Mansur, Zeynep Oral, Tilbe Saran û Rakel Dink.
Merasîm her sal di 15ê Îlonê roja jidayikbûna Hrant Dink de tê lidarxistin. Her weha merasîm li ser malpera Weqfa Hrant Dinkî, kanala YouTubeyê û hesabên medyaya civakî bi awayekî zindî hate weşandin.
(EMK/AY)






