* Fotograf: Recording Academy / GRAMMYs - Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xelatên 63yem Grammy-yê li Los Angelesê bi merasîmekê dane xwediyên wan. Komedyen Trevor Noahî pêşkêşvaniya bernameya Grammy-yê kiriye ku navdartirîn xelatên muzikî dide.
Di bernameyê de Dua Lipa, Taylor Swift, Cardi B, DaBaby, Blakc Pumas û Post Malone stran strane ku vîdeoyên wan ên berê hatine qeydkirin, nîşan dane.
Îsal Beyonceya ku di 9 beşan de bûbû namzet 6 xelat wergirtiye. Tylor Swift, Roddy Ricch û Dua Lipa jî di 6 beşan de bûbûn namzet.
Beyonceyê 4 xelat wergirtine û hejmara xelatên xwe yên Grammy-yê derxistiye 28an. Beyonce bûye ew hunermend ku herî zêde xelatên Grammy-yê wergirtiye. Beriya niha Alison Krauss, hunermendê bluegrassê di rêza yekem de bû.
Strana ji bo George Floydî bûye baştirîn stran
Xelata baştirîn stranê dane ‘I Can’t Breath”ê ku H.E.R.yî nivîsandiye û Tiara Thomasê straye. Stran ji bo Geore Floydî hatibû çêkirin ku li Atlantayê polîsan ew kuştibû.
Di vê beşê de Beyonce, Roddy Ricch, Taylor Swift, Post Malone, Dua Lipa, Billie Eilish, JP Saxe û Julia Michaels jî namzet bûn.
Taylor Switfê bi albuma xwe ya bi navê “Folklore”yê xelata baştirîn albûma salê wergirtiye.
Di vê beşê de dîsa Taylor Swift, Black Pumas, Coldplay, Jacob Collier, Haim, Dua Lipa, Post Malone namzet bûn. Swiftê beriya niha jî di sala 2010ê û 2015ê de heman xelat wergirtibû.
Qeyda salê
Di beşa “Qeyda Salê” de Beyonce, Black Pumas, DaBaby feat. Roddy Ricch, Doja Cat, Billie Eilish, Dua Lipa, Post Malone, Remix, Megan Thee Stallion feat. Beyonce di pêşbirkêde bûn. Billie Eilish bi strana xwe ya bi navê “Everything I Wanted”ê xelat wergirtiye.
Xelata baştirîn performansa soloyê dane Harry Stylesî, xelata baştirîn performansa pop-grupê dane strana “Rain on Me” ya Lady Gaga û Ariana Grandeyê.
Xelata baştirîn albuma vokal a popê dane albûma “Future Nostalgia”yê ya Dua Lipayê.
Xelata baştirîn strana country dane “Crowded Table” ya koma The Highwomenê. Xelata baştirîn albuma country dane albuma bi navê “Wildcard” ya Miranda Lambertê.
Xelata baştirîn albuma rockê dane albuma bi navê “The New Abnormal” ya The Strokesê. Xelata baştirîn strana rockê dane “Stay High”ê ya Brittany Howardê. Xelata baştirîn performansa rockê dane strana “Shameika”yê ya Fiona Apple-ê.
Xelata baştirîn albuma parê dane “King’s Disease” ya Nasê. Xelata baştirîn performansa rapê û xelata baştirîn strana rapê dane “Savage” ya Megan Thee Stallion û Beyonce. Megan Thee Stallionê her weha xelata baştirîn hunermenda nû wergirtiye. (TP/FD)