Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Duhî şev 37. Xelatên Emmyê yên ji bo nûçe û belgefîlman li Jazz at Lincoln Centerê hatin belavkirin.
Xelat ji bo 46 beşan hatin belavkirin.
Tîma nûçeçêkirinê ya BBC World News Amerîcayê ya ku Zeynep Erdîm jî tê de ye ji bo beşa Bernameyên Nûçeyan ên Berdewam xelat stand.
Avakerê Firelight Mediayê yê ku belgefîlman çêdike, Stanley Nelsonî Xelata Serkeftîyê Emrekê stand.
*Nûçeya herî baş a beşa Nûçeyên Bilez: Anderson Cooper 360, CNN:’’Krîza/Qeyrana Penaberan a Ewropayê’’
*Nûçeya Herî Baş a Şopandina Mijara Nûçeyê, BBC World News ‘’Krîza/Qeyrana Koçberan a Ewropayê’’
Nûçeya Çîroka Wê Herî Baş Hatî Honandin: Nightline ABC: ‘’Zarokatîyeka Ferq’’ û Nightline, ABC: ‘’Rûyê Wêrekan’’
Nûçeya Herî Baş a Rojevê: Nightline, ABC: ‘’Yên Nayên Xwestin.’’
Nûçeya Herî Baş Lêkolîn Ji Bo Wê Hatî Kirin: Scott Pelley, CBS: ‘’Sextekariya Dermansazên Hevgirtî’’
Nûçeya Herî Baş a Aborî û Karî: PBS NewsHour: Bîrên Petrolê Yên Metirsîya Mirinê Lê Heye