Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Medyayê ya Jinan a Navnetewî (IWMF) biryar girtiye ku Xelata Wêrekiya Di Rojnamegeriyê De îsal bidin rojnameger û wênesaz Zehra Doganê. Xelat ji bo ji herêmên ku şer lê hene nûçe çêkirine dane Doganê. Xelat duh 25ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) li New Yorkê hatiye dayîn.
Di merasîma xelatdayinê de dengê Zehra Doganê hatiye guhdarkirin ku dema ji girtîgehê bi rêya telefonê li derve geriya ye hatiye qeydkirin. Ji ber ku Zehra Dogan li girtîgehê ye xelat li ser navê wê hatiye dayîn.
Rojnameger Mutul Civiroglû videoya merasîma xelatdayînê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par ve kiriye.
Zehra Dogan, bugun New York’ta duzenlenen bir torenle Uluslararası Kadın Medyası Vakfı’nın ‘2018 Cesaret Gazeteciligi Ödülünü aldi @zehradoganjinha pic.twitter.com/TQ4C3T2T0V
— Mutlu Civiroglu (@mutludc) 26 Ekim 2018
Kesên ku îsal hêjayî Xelata Wêrekiyê ya Di Rojnamegeriyê de hatine dîtin ev in:
* Zehra Dogan, Tirkey: Yek ji avakarên Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) yê ye ku li Tirkiyeyê yekem ajansa nûçeyan a jinan e. Ji ber nûçeyên derbarê qedexeya derketina derve de û wêneyên xez kiriye 33 meh cezayê girtinê lê hatiye birîn.
* Nima elbagir, CNN, Sudan: Nûçeyek li ser firotina koçberên Afrîqî li Libyayê çêkiriye. Bi vê nûçeyê bûye sedem ku bala cîhanê biçe ser vê mijarê.
* Rosario Mosso Castro, ZETA, Meksika: Li bajarê Tijuana yê Meksîkayê yê ku di bin kontrola kartelan de ye, nûçeyên serkeftî derbarê bazirganiya tiryakê çêkiriye.
* Meridith Kohut, DYA: Qeyrana ekonomîk û ya mirovahiyê ya li Venezuelayê kiriye nûçe ku sê sal in berdewam e.
* Lesley Stahl, 60 Minutes/CBS, DYA (Xelata Serkeftinê ya Heta Hetayê): Zêdetirî 50 salan e ku li ser mafên mirovan kar dike û gelek xelat wergirtine. Nûçeyên derbarê Girtîgeha Guantanamoyê, nûçeyên derbarê nûçegihaniya polîsan dikin hin ji van in.
Duyem merasîma xelatan wê serê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) li Washington DCyê çêbibe.
Zehra Dogan
Di 1989ê hatiye dinê. Beşa Dersdêriya Nîgarkêşiyê ya Zanîngeha Dîcleyê xelas kir. Ji ji destpêka avabûna JINHAyê(2012) ve li wê derê kar dike. Wê li ser jinên li Şingalê ji DAIŞê reviyayîn nûçeyeka bi navê ‘’Qêrîna Jinên Êzidî’’ çêkiriye û bi wê nûçeyê Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepeyî standiye.
Ji dema destpêka şer û pevçûnan a 24ê Tîrmeha 2015ê ve li herêma şerî kar dike. (EMK/FD)