Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xelata Bookerê yek ji xelatên herî qedirbilind a wêjeyê ye. Îsal du jinan, Margaret Atwood û Bernardine Evaristoyê xelat standiye.
Di nav lîsteya hilbijartîyan de Elîf Şafak jî hebûye lê ji şeş kesên di lîsteya hilbijartîyan de du kes hatine hilbijartin.
Our two #BookerPrize2019 winners @MargaretAtwood and @BernardineEvari - congratulations again!#FinestFiction pic.twitter.com/rbkFduEnJr
— The Booker Prizes (@TheBookerPrizes) October 14, 2019
Cara yekem e ku du kes bi hev re vê xelatê distînin.
Atwoodê bi kitêba "The Testaments"ê û Bernardine Evaristoyê bi kitêba "Girl, Woman, Other"ê xelat standiye.
Di civîna çapemenîyê de Evaristoyê gotiye ew dixwaze ji bo hemî nivîskarên reşik bibe mînakeka serkeftinê.
Xelata navborî her sal ji bo nivîskarên ingilîzînivîs tê dayin.
(AO/MB)