Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Weqfa Cand û Hunerê ya Stenbolê 23 sal in ku Fewstîwala Cazê ya Stenbolê pêk tîne û 19 sal in ku sponsora festîwalê Garantî Bank e. Xelat şeva dî li Balyozxaneya Awistiralyayê hatin belavkirin.
Festîwal bi axiftina Pelin Opcinê dest pê kir. Xelata ‘’Serkeftîyê Bi Emrekê’’ ya Festîwala Cazê, Ozdemîr Erdogan û Erguven Başaranî stand.
Erguwen Başaranî stranên xwe yên ku ji Swingê ji bo Cazê guheriye gotin. Gelek stranbêjên koma Uninvited Jazz Bandê ya Swing Cazzê stranên xwe gotin.
Festîwala Cazzê ya 23. dê heta 23yê Çiriya Paşiyê bidome, ji 50yê zêdetir stranbêj dê li 20 mekanan stranan bibêjin. Stranbêjên wek Joss Stone, Branford Marsalis, Kurt Elling, Ernest Ranglin, Hugh Coltman, Cyrus Chesnut, Laura Mvula û Roy Hargrove dê stranên klasîk bibêjin û stranbêjên wek Kamasi Washington, Ibeyi û Jacob Collier dê stranên xwe yên nû bibêjin.
Ozdemîr Erdogan kî ye? Di sala 1960ê de di TRTyê de bi mûzîka caza nerm dest bi karê xwe yê profesyonel kir. Di sala 1998ê de bû stranbêjê fermî yê dewletê. Di sala 2014ê de albûma wî ya bi navê Türk Caz Tarihinde Işıksız Kalanlar(Yên di dîroka caza Tirkiyeyê de di tariyê de mayîn) hat belavkirin. |
Erguven Başaran kî ye? Di sala 1961ê de dest bi karê mûzîkê kir û bû yek ji mezintirîn saksafonzanan. Cara yekem wî koma saksafonzanan li Tirkiyeyê daniye. Ew bûye saksafonvanê Ajda Pekkan, Nil Burak, Nazan Şorayê |
20 mekan ji 50yê zêdetir konser…
Di festîwalê de Ercüment Orkut û Marius Neset, Berke Can Özcan û Gunnar Halle û Erland Dahlen, Çağıl Kaya û Airelle Besson û Bulut Gülen û Yuri Honing dê konseran bi hev re bidin. Hûn dikarin ji hesabê Spoffîtê yê Festîwalê (play.spotify.com/user/istanbulkultursanatvakfi) guhdarîya stranên di konseran de bikin. (HK/MB)