Parlamentoya Ewropayê (PE) biryar daye ku Xelata Azadiyê Ramanê ya Sakharovî îsal bidin Jîna Mahsa Aminî û Tevgera Jin Jiyan Azadiyê.
Saziyê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşandiye û gotiye, piştî Konferansa Serokan a Parlamentoyê biryar da, Seroka Perlementoya Ewropayê Roberta Metsoyê li salona civata giştî ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ev biryar eşkere kir.
Ji bo têkoşîna azadî û wekheviyê xelat dane
Metsolayê diyar kir ku ji salekê zêdetir dem di ser qetilkirina Amîniyê re bihuriye: “Em bi serbilindî piştgiriya wan mirovên wêrek dikin li Îranê ji bo wekhevî, rûmet û azadiyê têdikoşin. Em li gel wan kesan in ku di girtîgehan de jî hewl didin jin, jiyan û azadiyê zindî bibe:”
Merasîma xelatdayînê wê roja 13ê Kanûna Pêşiyê, di dema Civata Giştî ya Parlamentoya Ewropayê pêk bê. (NT/FD)