Parlamentoya Ewropayê her sal di warê azadiya ramanê de Xelata Sakharov dide kesên di vî warî de kedê didin. Îsal du rojnameger ji bo xelatê guncaw hatine dîtin.
Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharov dê îsal bidin rojnamegerê Blarûsî Andrzej Poczobut û rojnamegera Gurcistanî Mzia Amaghlobeliyê.
Seroka Parlementoyê Roberta Metsola têkildarî xelatgiran got, "Her du rojnamegeran jî bi salan karê rojnamegeriyê kirin û ji ber ku li ser bêedaletiyê nivîsandin hêjayî xelatê hatin dîtin."
Mzia Amaghlobeli li Gurcistanê avakara du saziyên çapemeniyê yên serbixwe ne.
Andrzej Poczobut ji bo rojnameya Gazeta Wyborcza ya Polonyayê wekî nûçegîhanê ji Belarusê bi salan kar kir. Bi îdîaya "ewlehiya neteweyî tehdîd kiriye" 8 sal cezayê hepsê lê birîne û niha li Girtîgeha Novopolotskê girtî ye.
Her weha ji sala 1988an ve ev xelat tê dayîn. Leyla Zana û Nadîa Muradê jî ev xelat wergirtibûn.
(AY)
*Çavkanî: Diyarname

