Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xelata Rûmetê ya 2022yan a li ser navê nivîskar û siyasetmedar Îbrahîm Ahmedî, îsal dane Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê girtî, Selahattîn Demîrtaşî.
Weqfa Îbrahîm Ahmedî xelatê belav dike.
Ji bo xelatdayînê li bajarê Silêmaniyê, merasîmek hatiye lidarxistin. Alîkara Hevserokên Giştî yên HDPyê Feleknas Ûca, Parlamenterê HDPyê yê Wanê Sezaî Temellî,Hevserokê Giştî yê YNKyê Bafil Talabanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî û gelek nivîskar, siyasetmedar jî di nav de bi hezaran kes beşdarî bernameyê bûne.
Demîrtaş: "Berpirsiyariyên min zêde kir"
Li ser navê Demîrtaşî, Feleknas Ûcayê xelat ji destê Seroka Weqfê Şehnas Îbrahîm Ahmedî girtiye. Demîrtaşê peyamek ji bo merasîmê şandiye û gotiye:
“Ez gelekî şanaz im ki we ev xelata li ser navê nivîskarê qedirbilind, Îbrahîm Ahmedî daye min. Ez rêzdar Îbrahîm Ahmedî bi rehmet û minetdariyê bibîr tînim. Ji bo van biryarên wan ên piştgriyê yên watedar, ez spasdariya xwe ji rayedarên weqfê re dişînim.
Vê xelatê, peywir û berpirsiyariyên min ên li beramberî gelê min, zêde kiriye. Ez ê jî hewl bidim ku layiqî wê bim.
Ez dubare car spasiyên xwe pêşkêş dikim, silav û hezkirinên xwe yên ji dil û germ dişînim û hêvî dikim ku di rojên azad de em ê hev rû bi rû bibînin.”
Derbarê Îbrahîm Ahmedî deDi sala 1914an, jî di sala 1915an de li bajarê Silêmaniyeyê jidayik bûye. Di sala 1937an de li Bexdeyê xwendina xwe ya bilind, hiqûq temam kiriye. Ji sala 1942an heta sala 'Elaeddîn Seccadî re kovara Gelawêjê derxistiye. Ev kovar di warê naverok û temendirjêya xwe de ji bo xizmeta edebiîyat û zimanê kurdî nmûneyeke bi qîmet û balkêş e. Jı sala 1947an şûnde, yek ji wan pêşekên Partiya Demokrat a Kurdistana Îraqê di nav rêzên wê de cih girtiye. Di navekê re sekreteriya partiyê jî kiriye. Di sala 1965an de ew û Mele Mistefa Barzani li hev nakin ji nav rêzên partiyê vediqete. Di sala 1942an de kurteçîrokeke bi navê 'Le Wolatî Qereanen' nivîsandiye. Di sala 1943an de berhama 'Xazê', di sala 1944an de 'Kwêreweri' û 1945an de jî 'Kerelotiyê Menûçer' nivîsandine. Di heman salê de berhema xwe ya bi navê 'Berew Rûnakî' weşandiye. Di sala 1949na de, di bendîxaneyê de berhema xwe ya bi navê 'Dwa Tirî Kewan' nivîsandiye. Berhema wî ya herî navdar "Jana Gel" e. |
(FD)