Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Fûara Kitêban a Frankfûrdê, Xelata Rojnamegeriya Wêrek a Raîf Bedevîyî ji bo Ahmet Şikî hat dayin. Parêzerê Ahmet Şikî, Can Atalayî xelata wî stand.
Ji ber Doza Cumhuriyetê 258 roj in ku Ahmet Şik di girtîgehê de ye.
Xelata Raîf Bedevîyî
Li civakên Îslam serdest e, Xelata Raîf Bedevîyî ya Rojnamegeriya Wêrek tê dayin. Armanca xelatê ew e ku balê bikişîne ser parastina mafên mirovan.
Li Siûdiya Erebistanê rojnamegerê Raîf Bedevî ji ber nivîsên di bloga xwe de nivîsî hat girtin. Hat îdiakirin ku wî ji bo Îslamê sivikayî kiriye. Wî 10 sal cezayê girtinê û hezar şiv cezayê lêdanê stand.(EKN/MB)