Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kesên ku hêjayî xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dîtine, diyar bûne. Nivîskar û rojnameger Mûsa Anter di 20ê Îlona 1992yê de hatibû qetilkirin. Ji bo bîranîna navê wî xelat tên dayîn.
Îsal rojnameya Yenî Yaşamê bernameya xelatê saz kir û di beşa "Nûçeyên Tirkî", "Nûçeyên Kurdî" "Fotograf (Fotografên Nûçeyan)", "Karîkatur" û ji bo bîranîna Gurbetelli Ersozê "Nûçegîhaniya Jinparêz" de xelat hatin dayîn.
Di beşa Tirkî de bianet hêjayî xelatkirinê dîtine
Di beşa "Nûçeyîn Tirkî" de Candan Yildiz, Farûk Eren, Fatîh Polat, Tûgrûl Eryilmaz, Îbrahîm Varli û Huseyîn Aykol endamên juriyê bû. Jûriyê ji ber nûçeya wê ya bi sernavê "Îdia ew e ku li Beylikduzuyê îstîsmar li zarokekî/e 2 salî bûye", edîtora nûçeyên jinan û LGBTI+an a bianetê Evrîm Kepenek hêjayî xelatê dîtiye.
Heman juriyê nûçeya nûçegîhanê Evrenselê Mûrat Ûysalî ya bi navê "Li Yenîsahrayê çi qewimî?", nûçeya Yildiz Tarê ya di Ajansa Nûçeyan a Etkînê de hatibû weşandin a bi navê "Kujerê ku Mîra kuştiye, erebeya wê diziye û bi hevalên xwe re çûye dawetê" û nûçeya nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Tûran û Tolga Guneyî ya bi navê "Li Girtîgeha Aydinê mirina biguman: Xwekuştin e yan kuştin ?" hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dîtiye.
Di beşa fotografan de MAyê xelat wergirtiye
Di "Beşa Fotogarfan" de endamê jûriyê Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Nezahat Dogan, Refîk Tekîn û Çetîn Altun bû. Di vê beşê de fotografê cenazeyê Hakan Arslanî yê di telîsekî de hestiyên wî radestî bavê wî kiribûn, hêjayî xelatkirinê dîtiye. Aslan di 2yê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê de dema qedexeyên derketina derve ya li Sûra Amedê miribû. Piştî 7 salan hestiyên wî di telîsekî de radestî bavê wî Alî Riza Arslanî kiribûn. Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Eylem Akdagê fotografê wê kêliyê girtibû ku telîs di destê bavê wî de bû. Juriyê xelat daye vî fotografî ku bi ser navê "Giraniya Tûrekî" hatibû weşandin. Xelata taybet a juriyê jî dane fotografê bi navê "Mala min ji dest çû" yê nûçegîhana Evrenselê Eylem Nazlierê.
Nûçeyên Kurdî
Di "Beşa Nûçeyên Kurdî" de jurî rojnameger Leyla Ayaz, Kadrî Esen, Sûna Tûnç, Bêrîtan Zagros û Ramazan Olçen bûn. Nûçeya Omer Faruk Baranê edîtorê Dengê Amerîkayê ya bi ser navê "Manaya bilibendê û çend sirên 'Kurdish Mashup 2019'" hêjayî xelatê hatiye dîtin.
Nûçeya Medya Uran a ji Jinnewsê a bi ser navê "Girêdayî êrişa nîjadperest a li Qazakistanê agahiyên nû!" hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hatiye dîtin.
Rojnamegeriya Jinparêz
Di "Beşa Rojnamegeriya Jinparêz a Gurbetellî Ersozê" de jûrî rojnameger Ceren Sozerî, Bîrcan Degîrmencî, Elîf Akgul, Pinar Ural û Habîbe Eren bûn. Di vê beşê de nûçeya Midûra Karûbarên Nivîsan a JINNEWSê Safiye Alagaşê ya bi ser navê "Polîs tecawiz kir, dozger, bijîşk û polîs xwest veşêre" hêjayî xelatê hatiye dîtin.
Alagaş, tevî 15 rojnamegerên din li Amedê hatibû desteserkirin û ji 16ê Hezîrana 2022yê heta niha li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî ye.
Beşa Karîkaturê
Di "Beşa Karîkatûrê" de jurî îmam Cîcî, Sefer Selvî û Asli Alpar bûn. Xelata yekemîn a vê beşê di navbera du berheman de hatiye parvekirin. Xelat, di navbera karîkatûra Ozgur Evran a bi navê "Atlasli" û ya Mûrat Îpek ya bi navê "Cesedê guldayî" de hate parvekirin. Karîkatûra Halîl Îbrahîm Çobanî ya ku cesed li şûna xêzikan li ser dîwarê girtîgehê xêz kiribû, hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hatiye dîtin.
Xelata Rûmetê
Di Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê Azad de her wiha Xelata Rûmetê jî hat dayîn. Dayikên ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin dest bi Nobeta Edaletê kirin, hêjayî Xelata Rûmetê hatine dîtin.
Merasîma xelatdayînê wê 23yê Îlonê li Navenda Çandê ya Bajêr ya Cemîl Candaşî yya Şîşliyê wê saet di 18.00ê de pêk bê. (RT/FD)