Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Mafparêziya Sivîlan (Civil Rights Defenders) biryar girt ku Xelata Mafparêziya Sivîlan a Sala 2018yê bidin mafparêz Mûrat Çelîkkanî.
Mûrat Çelîkkan hevdîrektorê rêxistina mafên mirovan a serbixwe ya bi navê Navenda Bîrê (Navenda Heqîqet Edalet û Bîrê) ye.
Mafparêziya Sivîlan sala 1975ê bi navê Komîteya Mafên Mirovan a Helsînkî li Swêdê hatiye avakirin û vê xelatê ji sala 2013yê û vir ve dide.
Navenda Bîrê sala 2010ê ji hêla komeke parêzer, rojnameger û mafparêzan ve hatiye avakirin. Navend wî tiştî dike armanc ku rastiya binpêkirinên mafên mirovan ên rabirdûyê derxe holê, bîra kolektîf a derbarê van binpêkirinan de bihêz bike û di lêgerîna edaletê de piştgiriyê bike.
Çelîkkan piştî ku xelat stand got, “Ev xelat pesendkirina wan xebatan e ku em dikin û ez xwe bi vê xelatê bijartî dibînim. Girîng e ku li welatên mafên mirovan rastî êrîşan tê, di piştevaniya civaka sivîl de berdewam bikin. Hêviya min ew e ku ev xelat rê li ber wî tiştî veke ku li qada navnetewî bêhtir piştgirî ji bo civaka sivîl a Tirkiyeyê çêbibe û ewlekariya mafparêzên li Tirkiyeyê bêhtir bibe.”
Mûrat Çelîkkan ji bo piştevaniya bi rojnameya Ozgur Gundemê re roja 28ê Gulanê ya 2016yê bûbû Berpirsê Weşanê yê Nobedar. Ji ber vê piştevaniyê 16yê Gulanê ya 2017yê 13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi tohmeta “propagandeya terorê” ceza dabû wî.
Çelîkkan 14yê Tebaxê ketibû Girtîgeha Kirklareliyê û 21yê Cotmehê tehliye bûbû.
Derbarê Mûrat Çelîkkanî de
25 sal in rojnamegeriyê dike û di vê demê de weke nûçegîhan, edîtor, qunciknivîs û berpirsê weşanê kar kiriye.
Di tevgera mafên mirovan a Tirkiyeyê de bi awayekî aktîf kar kiriye. Yek ji avakarên Komeleya Mafên Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ya Tirkiyeyê, Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ye û bûye yek ji rêveberên wan. Derbarê pirsgirêka Kurdan û etîka medyayê de di projeyan de xebat kiriye.
Ji 2010an û vir ve dîrektoriya Navenda Heqîqet Edalet û Bîrê dike ku yek ji avakarên wê ye.(HK/FD)