Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Merasîma Xelatdayînê ya Mafên Mirovan, Aştî û Demokrasiyê û ya Bîranînê” diranker Sevinç Ozgunerê duh bi şev pêk hatiye. Odeya Doktorên Stenbolê (İTO) xelatan belav dike. Îsal Dayikên/Mirovên Şemiyê hêjayî xelatdayînê hatine dîtin.
Merasîm li avahiya saziyê ya li Cagaloglûyê pêk hatiye.
Ayşe Saral, Hevberdevka Komisyona Mafên Mirovan a İTOyê di destpêka şevê de axivî ye û wiha gotiye: “Qada Galatasarayê ya ku cihekî dîrokî ye, bi Dayikên Şemiyê re careke din girîngiyeke dîrokî bi dest xistiye. Ji bo hesabxwestina ji dahatûyê re û avakirina edaletê hîmeke herî bingehîn jî ji nû ve avakirina bîrê ye”.
“Dê wicdan bi ser bikeve”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di dema merasîmê de li ser navê Dayikên/Mirovên Şemiyê, Jiyan Tosûn axivî ye. Jiyan Tosûn, keça Fehmî Tosûnî ye ku di dema desteserkirinê de hatiye windakirin.
Tosûnê diyar kiriye ku wateya xelatê ji bo wan gelekî girîng e û wiha berdewam kiriye:
“Sevinç Ozguner jî weke wan kesên ku di dema desteserkirinê de hatine windakirin, nûnera aştî û hêviyê bû. Ti kes nikare dengê mi bibire ku ji Antigonê heta niha em edaletê dixwazin. pêdiviya me tenê ji wî tiştî heye ku em hêviyên xwe winda nekin. Dê wicdan bi ser bikeve”.
Dr. Gençay Gursoyî li ser navê İTOyê xelat pêşkêşî Dayikên/Mirovên Şemiyê kiriye. (AS/FD)