Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xelata Mafên Mirovan Aştî û Demokrasiyê ya Sevînç Ozgunerê îsal dan girtiyên doza Geziyê. Merasîma xelatkirinê duh bi şev li avahiya Odeya Doktoran a Stenbolê pêk hat.
Di bernameyê de xelatên Mucella Yapici, Tayfûn Kahraman, Can Atalay, Çîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Yîgît Alî Ekmekçî û Osman Kavalayî dan malbatên wan.
“Ger girtiyên doza Geziyê nebûna…”
Seroka Odeya Doktoran a Stenbolê Nergîz Erdogan di merasîmê de axivî û got, “Ger girtiyên doza Geziyê nebûna, ihtimal e ku me yê jêmayên demokrasî û aştiyê yên îro em dibinin jî nedîta.”
Atalay: “Em ê bêhêviîtiyê bi hev re ji holê rakin”
Piştî axavtinan merasîma xelatdayînê destpê kir. Xelata Can Atalayî dan bavê wî Mûstafa Atalay û dêya wî Şukran Atalayê. Şukran Atalayê, nameya Can Atalayî xwend ku ji girtîgehê şandibû.
Can Atalayî gotiye ku “Ne derew e, welêt careke din di demên zehmet re dibore. Em ê bêhêvî nebin, em ê ji welêt nexeyidin. Em ê hêviyê xurt bikin, bi hev re bêhîvîtiyê ji holê rakin.”
Mater: Ji ber em mafdar in, em aram in
Rêvebera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Umît Bîçerê xelata Çîgdem Materê da hevala wê Îlayda Gedîkê. Getîrê nameya ku Materê ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê şandiye xwend.
Materê got, “Mixabin ez îro ne bi we re me, ez ji cihana xwe ya biçûk ji we re radigihînim. Ez dengê we dibihîzim, ez hest pê dikim, dizanim ku hûn dengê min dibihîzin. Ji ber em mafdar in, em aram in, tişta ku em dijîn ev e.”
Kavala: “Em ê têkoşînê berdewam bikin
Xelata Osman Kavalayî jî dan hevjîna wî Ayşe Bugrayê. Bûgrayê nameya Kavalayî ya ji girtîgehê şandiye, xwend.
Kavalayî gotiye ku ew ê “tiştên ku beriya 1980yî bûne di bîra xwe de bînin, hêzê ji mafparêzan, hiqûqparêzan û demokrasîparêzan bigirin û ji bo welatê me bibe dewleteke demokrasî û hiqûqê, bi piştgiriyê têkoşînê berdewam bikin.”