Fotograf: Berlînale
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
24emîn Festîvala Filmên Jinan a Navneteweyî ya Ûçan Supurgeyê di 27ê Gulanê de destpêkiribû û wê îşev bi dawî bibe. Di nava 12 fîlmên ku di beşa "Her Yek Rengekî Cûda ye" de xelatgirê "Xelata FIPRESCI"yê diyar bûye.
Boyd Van Hoeîj, Rudîger Sûchland û Esîn Kuçuktepepinar jûriya FIPRESCIyê bûne û xelat dane fîlma bi navê “Laşê Min/As I Want” ya Samaher Alqadî, derhênera misirî.
Samaher Alqadî di fîlma xwe ya bi navê ‘Laşê Min/As I Want’ de behsa serhilana jinên Misrî ya li dijî tecawizên bi komî yên di kolanan de di dema xwepêşandanên salvegera duyemîn a Şoreşa Misrê ya 2011an de pêk hatiye dike.
fîlma bi navê “Laşê Min/As I Want” ya Samaher Alqadî, derhênera misirî di Festîvala Fîlman a Berlînê de jî hatibû nîşandan.
(BO/NO/AY)