Komîteya Nobelî ya Norwecê xelatgira Şelata Aştiyê ya Nobelî ya 2023yan aşkere kir. Li gorî biryara Komîteyê, Nêrgis Mûhammediya îranî, hêjayî xelatê hate dîtin. Ji ber “Li Îranê li dijî zext û zorên li jinan dibin têdikoşe” ew xelat kirin.
Muhammedî hîna li Îranê girtî ye.
Komîteyê bi van hincetan Mûhammedî hêjayî xelatkirinê dît:
“Têkoşîna wê ya wêrek bû sedema ziyanên gelek zêde. Rejîmê ew 13 caran girt, pênc caran ew mehkûm kir û li ser hev 31 sal cezayê girtîgehê û cezayê 154 caran qemçîkirinê lê birî. Mûhammedî hûna di girtîgehê de ye. Di Îlona 2022yan de kuştina jina kurd Mahsa Jîna Amînî ya di bin çavdêriya polîsên exlaqparêz ên Îranê de, bû sedema xwenîşandanên siyasî ku ji sala 1979an a rejîma teokratîk a Îranê bû desthilatdar û heta niha jê mestir pêk nehatin. Bi sed hezaran îranî li dijî hovîtî û zexta rayedaran a li dijî jinan bi slogana ‘Jin-Jiyan-Azadiyê’ beşdarî xwenîşandanên aştiyane bûn. Rejîmê bi tundî midaxeleyî xwenîşandanan kir: Zêdetir ji 500 xwenîşanderan hatin kuştin. Bi guleyên polîsan bi hezaran kes birîndar bûn ku hin ji wan kor bûn. Bi kêmanî 20 hezar kes hatin girtin û di bin çavdêriya rejîmê de hatin hiştin. Slogana ‘Jin-Jiyan-Azadî’ ya xwenîşanderan pejirand, xebat û dildariya Nêrgis Mûhammediyê jî bi rengekî baş nîşan dide.”
(AÖ/FD)