Fotograf: Komîteya Nobelî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Nobelî ya Norwêce, aşkere kiriye ku îsal mafparêzên Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê, hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelî hatine dîtin.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku "ji ber xebatên hevgirtî yên ji bo rêgezên hiqûq û dij-milîtarîzmê û nirxên humanîst" wan ji Belarûsê mafparêz ales Bialiatski, ji Rûsyayê Memorial û ji Ûkraynayê jî Center for Civil Liberties hêjayî xelatdayînê dîtine.
Komîteyê gotiye kesên xelatgir, "girîngiya mafên rexnekirinê ya sazî û kesên xwedî hêz a di têkoşîna aştî û demokrasiyê de tevgerên civaka sivîl û mirovan nîşan dane û nûnertî ji vê re kirine."
Komîteya Nobelî her weha destnîşan kiriye ku kesên Xelata Aştiyê ya Nobelî ya 2022yê wergirtine, "ji bo sûcên şerî, binpêkirinên mafan û bikaranîna erkan a di rêyên nebaş de tomar bikin kedeke gelekî mezin nîşan dane" û "ji bo aştî û demokrasiya bi hev re girîngiya civaka sivîl nîşan dane." (SD/FD)